PDKê daxwaza rawestandina bombebaranên Tirkiyê kir!

PDKê daxwaza rawestandina bombebaranên Tirkiyê kir!

Endamê fraksiyona PDKê li civata nûnerên Iraqê bi awayek fermî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir.

A+A-

Endamê girseya PDKê li civata nûnerên Iraqê bi awayek fermî daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir, bombebaranên balefirên Tirkiyê yên li ser herêmê bên rawestandin û daxwaz kir çar wezîr jî li parlamentoyê amade bin.


Endamê girseya  PDKê li civata nûnerên Iraqê Dr. Diyar Berwarî ji BasNewsê re ragehand, me beyanameyek derxistiye û bi awayek fermî daye lijneya berevaniyê û ewlehiya parlamentoya Iraqê, ku bombebaranên balefirên Tirkiyê û şerê wan ê li gel PKKê li ser herêma Kurdistanê re bê rawestandin. Herwaha me daxwaz ji lijneyê kiriye 4 wezîrên hikûmeta Iraqê yên peyvendîdar li parlamentoyê amade bin bo guftûgoyên li ser vê babetê.


Beyaname waha ye:


Wan rojên dawiyê çalakiyên leşkerî yên dewleta tirk zêdebûye û gişt deverên sînorî li xwe girtiye û bi taybet jî devera qeza Amêdiyê. Ev jî bûye sedem ku rewşa deverê têk biçe û ziyanên madî û giyanî pêk bê û bûye zordarîyek ji bo valakirina xelkê wan gundan. Hebûna hejmarek zêde ya çekdarên dijî dewleta tirk li wan deveran rewş bi temamî aloz kiriye, ji ber vê jî em şermezar dikin.


Ji bo rawestandina wan karên leşkerî li deverên nişticîh û gundan, dixwazim lijneya berevaniyê û navxweyî xwedî li karê xwe derkeve û wezîrê berevaniyê, wezîrê navxweli hikûmeta federal û wezîrê navxwe û wezîrê Pêşmerge li herêma Kurdistanê bangî parlamentoyê bikin û vê babetê guftûgo li ser bikin û bigehin biryarekî çareser û ew xelk jî bê qerebû kirin û di ewlehiyê de li deverên xwe bijîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin