Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkîyê DAIŞê bihêztir dike

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkîyê DAIŞê bihêztir dike

30 rêxistin, partî û komeleyên kurdî, erebî û suryanî Rojavayê Kurdistanê piştî civîna girêdayî gefên Tirkîyê daxuyanîyek dan raya giştî.

A+A-

BasNews

 

30 rêxistin, partî û komeleyên kurdî, erebî û suryanî Rojavayê Kurdistanê piştî civîna girêdayî gefên Tirkîyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku li Navenda Lêkolînên û têkilîyên dibolmasî li bajarê Qamişlo li dar ketîye daxuyanîyek dan raya giştî.

Di dawîya civîna partîyan de daxuyanîyek ji bo raya giştî hat xwendin, daxuyanîya bi zimanê kurdî ji alîyê Hevseroka partîya Sûrîya Pêşeroj Hevrîn Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyanîyê de nîşan bi wê yekê hate dayîn ku gefên Tirkîyê li dijî prosesa sîyasî ya diyalogê ye û Tirkîyê bi gefên xwe DAIŞ`ê bi hêz dike.

Di berdewamîya daxuyanîyê de hat gotin ku armanca sereke ya gefên Tirkîyê ew e ku nehêlin Hêzên Sûrîye Demokratîk şerê DAIŞ`ê bike û wê bi temamî tune bike.

Her wiha hate gotin ku her êrîşek ji hêla Tirkîyê wê bala HSD ji şerê DAIŞê mijûl bike, û HSD neçare ku oprasyonên dijî komkên veşartî rawestîne da ku berê xwe bidin sînor bi Tirkîyê re.

Di daxuyanîyê de hate dîyarkirin ku ji ber vetoya Tirkîyê û bêdengîya navdewletî, nûnerên derdora 5 milyon kes ji pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji komîteya destûra Sûrîyê hatin dûrxsitin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin