‘Partiya Çepên Kesk polîtîkayek ji rastiya xelkê dûr dimeşîne’

‘Partiya Çepên Kesk polîtîkayek ji rastiya xelkê dûr dimeşîne’

.

A+A-

Rojnanamevan û nivîskar Nevzat Bingol derbarê siyasete Partiya Çepên Kesk (YSP) de ku HDP di bin nav û logoya wê de beşdarî hilbijartine bibû, got: “Partiya Çepên Kesk krîza nasnameyê dijî û nizane çi dixwaze. Polîtîkayeke ku ji rastiya xelkê dûr dimeşîne û bi çavekî biçûk li xelkê dinêre. Jixwe di destnîşankirina berbijêran de xeletiyên mezin kirin. Kesekî wek Mehmet Emîn Aktar ê ku serokatiya Baroya Amedê kiriye xistin rêza 9an. Ya duyemîn jî, bêyî ku bi raya giştî re bişêwirin û hinek daxwazan pêşkeş bikin biryar dan piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber doza girtinê bi nav û logoya YSPê beşdarî hilbijartinan bû, yek wan partiyan e di hilbijartinên parlamenteriyê de rêjeya dengên xwe û hejmara kursiyên xwe yên li parlamentoyê kêm kiriye.

Rojnanamevan û nivîskar Nevzat Bingol Nevzat Bingol beşdarî bultena Rûdawê bû û encamên hilbijartinên 14ê Gulanê nirxand.

Nevzat Bingol derbarê rola berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan de ku biryar daye di gera duyem de piştevaniya Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan bike, wiha got: “Li Tirkiyê her tişt hatiye guhertin. Kî neteweperest e, kî îdealîst e, kî komunîst e û kî welatparêz e hemû têkilî hev bûne. Li Tirkiyê êdî her tişt bi temamî li gorî berjewendiyan tên kirin. Îdeolojî dan aliyekî. Sînan Ogan di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibû ku ew li dijî Erdogan e. Li dijî hemû polîtîkayên Erdogan bû, lê piştî hevdîtinê biryar dan ku piştgiriyê bidin wî. Çima ev biryar girtin? Sînan Ogan bi xwe Caferî ye û li gor îdiayan Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev telefonî Sînan Ogan kiriye û pêşniyar kiriye ku piştgiriya Erdogan bike. Baş e heta vê derê temam. Lê yên ku dengên xwe dane Erdogan û yên ku dengê xwe dane Sînan Ogan ne wek hev in. Kesên ku dengên xwe dane Sînan Ogan ne alîgirên wî bûne, ew dengên kesên ji rewşê nerazî ne.

Ji ber ku Sînan Ogan ne nûnerê partiyeke siyasî ye. Sînan Ogan neteweperest e, heta nîjadperest e. Umit Ozdag ê ku li dijî penaberên Sûriyê, Ogan derxistiye pêş. Lewma kesên ku dengê xwe dane Sînan Ogan dengdêrên Partiya Zaferê yên netewperest in. Lê Erdogan got, `penaber ensar in û birayên me ne. Kengî bixwazin dê wê demê biçin`. Yanî polîtîkayên Erdogan û yên ku dengê xwe dane Sînan Ogan hevûdu dûrî hev in. Sînan Ogan beriya niha gotibû, `eger cîgirê serokomariyê hebe çima ez li weziriyê razî bibim.` Heta ku ji ber vê yekê şêwirmendê wî jî dest ji kar berdabû. Dema min got siyaset li ser berjewendiyan heye mebesta min ev bû. Dibe ku soza cîgiriyê serokomariyê ya jî wezaretikê dabin wî.”

“Partiya Çepên Kesk krîza nasnameyê dijî”

Bîngol diyar kir ku ji kêmbûna dengên HDPê ku di bin navê Partiya Çepên Kesk de beşdarî hilbijartinê bû, rêveberiya partiyê berpirsyar e û got: “Partiya Çepên Kesk krîza nasnameyê dijî û nizane çi dixwaze. Polîtîkayeke ku ji rastiya xelkê  dûr dimeşîne û bi çavekî biçûk li xelkê dinêre. Jixwe di destnîşankirina berbijêran de xeletiyek mezin kirin. Kesekî wek Mehmet Emîn Aktar ê ku serokatiya Baroya Amedê kiriye xistin rêza 9an. Ya duyemîn jî, bêyî ku bi raya giştî re bişêwirin û hinek daxwazan pêşkeş bikin biryar dan piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu. Biryarek gelek xelet bû. Gelê Kurd jî xwest ku HDP berbijêrekî dest nîşan bibe û bo gera duyemîn bibe partiya kilîl. Lê HDPê ev defet ji Sînan Ogan re hişt.”

“Derfeta Kurdan nemaye ku bazariyê bike”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bîngol, anî ziman ku niha ti derfetên Kurdan ên danûstandin û bazariyê nemaya û wiha pê de çû: “Partiya Çepên Kesk di siyasetê de xeletî kirin. Yanî iradeya xwe rasterast radestî birêz Kiliçdaroglu kir. Eger hûn ji gel qut bibin, eger hûn polîtîkayên ji civakê qutbûyî bimeşînin, dê gel aciz bibe û ji we dûr bikeve.”

"Partiya Çepên Kesk kelecanek neda gel”

Nevzat Bîngol bi bîr xist ku li parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêjeya çûyîna ser sindoqan ji ya bajarên Tirkiyê kêmtir e û got: “Partiya Çepên Kesk ti kelecan neda raya giştî. Bi berbijêr û ji ber têkiliyên xwe nedaye. Di gera yekem de bi dernexistina berbijêrekî heyecanek çênekir. Di kombûnên bi gel de jî heyecan çênebû. Li vir sûcdarkirina raya giştî xelet e. Xeletî bi tevahî ji ber polîtîkayên rêveberiya partiyê bûn.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin