Parlementoya Iraqê îro dicive

Parlementoya Iraqê îro dicive

Parlementoya Iraqê îro li ser alozî û xwepêşandanên Iraqê, pilana hikûmetê bo nehîştina xwepêşandanan û îhtimala lidarxistina hilbijartinên pêşwext dicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Parlementoya Iraqê îro li ser alozî û xwepêşandanên Iraqê, pilana hikûmetê bo nehîştina xwepêşandanan û îhtimala lidarxistina hilbijartinên pêşwext dicive.

Parlementerê kurd û endamê firaksîyona PDKê li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re got, îro parlementoya Iraqê dicive. Di civînê de behsa alozî û xwepêşandanan her wiha pilana hikûmetê bo nehîştina xwepêşandanan û îhtimala lidarxistina hilbijartinên pêşwext tê kirin.

Şêrwan Dûberdanî her wiha got, yek ji mijarin din yên rojeva civîna îro, qanûna xanenişînîyê û îmtiyazên berpirsên hikûmetê ye.

 

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin