Parlamentoya Kurdistanê 2 helkeftên Turkmenan bi fermî nas kir

Parlamentoya Kurdistanê 2 helkeftên Turkmenan bi fermî nas kir

Parlamentoya Kurdistanê, biryar li ser fermîbûna 2 helkeftên Tirkmenan da.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di rûniştina îro ya parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj û dengdan derbarê hejmareke mijaran de hatin kirin û biryarên girîng hatin wergirtin.

Yek ji wan mijarên ku di rojeva rûniştina îro ya parlamentoyê de bûn, derbarê Turkmenan de bûn ku di rûniştina îro de, 17ê Mijdarê weke ‘Roja Ziman û Çanda Tirkmenan’ û 25ê Sibatê jî weke ‘Roja Ragihandina Turkmenî’ hatin naskirin.

Li gor daxuyanîya hatîye belavkirin, 3 sal piştî avabûna Herêma Kurdistanê di 1991an de, roja 17ê Mijdarê yekem dibistana Turkmenî hatîye vekirin û roja 25ê Sibata 1911an jî yekem rojnameya bi zimanê Turkmenî der çûye.

Aydin Merûf, Wezîrê Herêmê yê berpirs ji karûbarên ayînî û etnîkî li Kurdistanê, piştî biryara parlamentoyê peyameke pîrozbahîyê belav kir û bi boneya qebûlkirina herdu helkeftan pîrozbahîyên xwe pêşkêşî Turkmenan kirin.

Hîmdat Sebah, Serokê Firaksîyona Enîya Turkmenî li parlamentoya Kurdistanê, derbarê vê biryara parlamentoya Kurdistanê de spasîyên xwe pêşkêşî hemû firaksîyonan kir û ragihand, “Piştî xwendina yekem û duyem, me serdana hemu firaksîyonan kir bo ku piştgirîya me bikin û em dengên pêwîst bo derbaskirina biryarê bi dest bixin. Em spasîya hemu fraksoyinan dikin di ku pesendkirina vê biryarê de bi piranîya dengan piştgirî dan ku bibe qanuneke fermî.”

Hîmdat Sebah amaje bi wê kir, “Ev yekem car e di dîroka Kurdistan û Iraqê de, helkefteke Turkmenî li gor qanunê bi fermî tê naskirin û pesendkirin.”

Serokê Firaksîyona Enîya Turkmenî li parlamentoya Kurdistanê tekez jî dike, “Bi vê pêngavê parlamentoya Kurdistanê ispat kir ku di pêkvejîyana pêkhateyan de cidî ye.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin