Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

.

A+A-

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Di civîna Parlamentoya Almanyayê de, şandeke Kurdên Êzidî bi serokatiya Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg amade bû.

Di civînê de serokên frakisyonên parlemantoya Almanyayê axaftin kirin û di nava axaftinên xwe de girîngî dan sepandina aramiyê li Şingalê û ji bo wê jî hikûmeta Almanya navbênkarî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Piştî wan axaftinan, dengdan li ser projeyasayê hat kirin û hemû fraksiyonan komkujiya Kurên Êzidî weke jenosîd nas kirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî di civîna parlamentoyê de amade bû û di axaftinekê de ragihand, “Divê rê li ber dubarebûna komkujiyên wiha bê girtin û Almanya bi giştî vê komkujiyê wek jenosîd qebûl dike.”

Parlemantoya Almaniya daxwaz ji hikumeta Almaniya jî kir ku ji aliyê darayi ve piştgirya vegera Kurdên Êzidî yên aware bo ser mal u halê wan bike.

“Armanca DAIŞ'ê qirkirina Êzidiyan bû”

Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Parlamentoya Almanyayê qurbaniyên tawanên rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi rêzdarî bibîr tîne. Her wiha îtîrafê bi êş û azarên ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve bi sed hezaran kes hatine kişandin dike.

Di pêşnûmeyê de bal hat kişandin ser armanca DAIŞê ya êrîşa li ser Kurdên Êzidî û wiha hate gotin: “Armanca DAIŞê tunekirina civaka Êzidî bû. Bi taybetî di sala 2014an de zêdetirî 5 hezar Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin îşkencekirin û bi awayekî hovane hatin kuştin.”

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku Parlamentoya Almanyayê nirxandina Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ya derbarê naskirina sûcên li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd binirxîne.

Mîrê Kurdên Êzidî: Îro ji bo Êzidiyan rojeke dîrokî ye

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ligel Cîgirê Serokê Almanyayê û hejmarek ji parlementerên wî welatî  civiya û ragihand, biryara parlamentoya Almanyayê  dibe biryareke dîrokî.

Mîr hazim Tehsîn Beg , piştî bidawî hatina civîna xwe  bo Rudaw ragihand îro rojeke dîrokî ye bo Kurdên Êzdî û daxwaz dikin Almanya hevkar be  ji bo koçberên Şingalê vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr Tehsîn têkezî li ser vê yekê jî kir, ku wek Mîrê Ezidiyan ji xala 7e ya pirojeyasayê neraziye, ku taybet e bi wan zarokan, ku ji ber dest dirêjiya çekdarên DAIŞê çê bune û daxwaz kir ku ew ji piroje yasayê bê derxistin.

“Naskirina jenosîda Êzidiyan ne tiştekî sembolîk e

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji Rûdawê re got: “Em nikarin wê komkujiyê paş de vegerînin, lê em dikarin bihêlin ku edalet pêk were. Îro ev biryara ku ji aliyê parlamentoya hikûmeta federal a Almanya ve hate wergirtin û ew komkujî weke jenosîd hate pesendkirin, ne tiştekî sembolîk e. Divê em kujeran bi nav bikin, ji bo em edaletê cîbicî bikin. Divê em ne tenê bibîr bînin û şermezar bikin, ji ber ku hîna zêdetirî 3 hezar jin wenda ne û divê em ji bo her yekê ji wan têbikoşin û bihêlin ku vegerin nava komelgeha Êzidî. Bi hezaran Êzidî jî hîna li kampan dijîn, divê em karibin cihên wan ava bikin ku vegerin cihê xwe. Em zanin gelekî zehmet e. Ji ber rewşa ewlekariyê li wir roleke girîng dibîne.

Em ji bo wê li gel hikûmeta Iraqê jî kar dikin û ji bo min xaleke din a girîng ew e ku ez bixwe çûme wir û min gelek jin dîtine, min zarokên ku destdirêjî li wan bûye dîtine. Divê em kar li ser wan jin û zarokan bikin. Hinek ji wan bê nasname ne, naxwazin vegerin, divê em wan bînin Almanya û deynin cem zarok û malbatên ku wan dixwazin û ewê ku hez dikin li Bakurê Iraqê jî bimînin divê em li wir piştgiriya wan bikin. Dîsa karekî pir girîng di warê alîkariya derûnî de tê kirin, karê Jan Kizilhan û kesên din di warê çareserkirina traumayê de pir girîng e.”

Annalena Baerbock herwiha got: “Em weke Almanya dikarin tenê piştgiriyê bikin. Berpirsyarî li ser milê hikûmeta Iraqê û bakurê Iraqê Kurdistanê ye. Em dikarin piştgiriya jinûve avakirinê bikin, ji ber ku Şingal ji bo wan girîng e û dixwazin vegerin cihûwarê xwe. Em ji bo vê yekê li gelek aliyan kar dikin û weke Almanya tiştê ji me bê xwestin emê bikin.”

Rûdaw

Ev nûçe 79 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin