Parêzgarê Kerkûkê piştî biryara dadgehkirinê reviya Qeterê

Parêzgarê Kerkûkê piştî biryara dadgehkirinê reviya Qeterê

Parêzgarê Kerkûkê, piştî qedexeya derketina derveyî welêt a heta dadgehkirinê li ser wî hat dayîn ji ber gendelî û malê giştî, reviya Qeterê û daxwaz dike ji wir here welatekî din û venegere.

A+A-

Li gor çavkaniyekê: ‘‘Parêzgerê Kerkûkê sê sal e her dema kêşeya dadgehkirinê ji bo wî pêk tê, diçe Bexdayê pere dide berpirsan û kêşeya xwe çareser dike. Lê vê carê Rakan Cibûrî Parêzgarê Sepandî yê Kerkûk, ji ber ku vê carê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve geştkirin lê hatiye qedexekirin, çûye Qeterê û dixwaze bi yek carî venegere û biçê welatekî din bo neye dadgehkirin.’’

Li gor zanyariyan, çend car e biryara dadgehkirina wî derdikeve, lê belê her carê diçê Bexda û pereyan dide berpirsên Iraqî û pirsa dadgehkirina xwe çareser dike, lê belê vê carê dizane dadgehkirina wî rijd e, ji ber wê yekê jî reviyaye Qeterê.

 

Ev nûçe 244 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin