Panelek li ser fantazma romana Kurdî hat lidarxistin

Panelek li ser fantazma romana Kurdî hat lidarxistin

Panelek li ser bandorên bipêşketina romana Kurdî ango fantazma romana Kurdî, li Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ya Dîyarbekirê hat lidarxistin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Dezgeh ango Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ya Dîyabekirê, çalakî û xebatên wêjeyî, çandî û hunerî berdewam dike. Vê carê jî li Dezgeha Îsmaîl Bêşîkçî, bi nivîskar û rexnegirê wêjeya Kurdî Remezan Alan re, li ser romana Kurdî û dîyardeyên ku romana Kurdî peyda kirine û bi pêşxsitîye panelek hat lidarxistin.

Remezan Alan radigihîne ku dora 200 sal in, cureya romanê li cîhanê bi giştî cureyeke bi bandor e û êdî romana Kurdî jî di wêjekarîya Kurdî de, di asteke ku cure reng tê nivîsandin de ye. Alan tîne ziman ku bi daxwaza nivîsê ra, çar dîyardeyên fantazma romanê derdikeve pêş. Yek jê rihê serdemê ye ku pewistî bi vê şewazê tîne û wêjekarên kurd jî dixwazin cîyên xwe lê bigirin. Yek jê jî weşanxanene ku dixwazin cureyên pirtûkan zêde bikin û herduyên din jî wiha radigihîne.

Nivîskar û wêjekarê Kurd Remezan Alan ji K24ê re got: "Nivîskar jî di nav cureyên wêjeyî de qîma xwe bi romanê tînin û hin ji wan dest ji nivîsandina helbest, çîrok û cureyên din berdidin û nivîsandina romanê de şansên xwe diceribînin. Lewra alîyekî fantazmayê jî nivîskar in. Em xwendekar jî koşeyekî ne ku dixwazin roman nûsekî an jî çend roman nûsên Kurd derbikevin pêş û nûnerîya me bikin."

Panel bi beşdarîya nivîskar, xwendekar û sîyasetmedarên Kurd birêve çû û beşdar jî ragihandin ku li dar xistina xebat û çalakîyên wiha, ji bo agaharî û bi pêşketina wêje û çanda Kurdî girîng in.

Guneş Kan jî li zaningeha Artûklîyê dersdara dersên Kurdî ye û tîne ziman ku ew jî xebatan li ser romana Kurdî dike. Kan tîne ziman ku dan û sitendinên fikrî û berewird kirina pêzanînan, bi xebatên wiha dibin û divê zêtir bên kirin.

Mamosteya Kurdî Guneş Kan dibêje: "Xebatên wiha gelek baş in û me divên. Divê zêtir xebat, axaftin û çalakîyên wiha bên kirin. Lewra çalakîyên wiha wisa lê dikin ku kes ji jûrên xwe der bikevin û werin têkelî civakê bibin û ew tiştên ku xwendine û berhev anîne bihev ra par ve bikin da ku berhevanîneke çandî pêk bînin."

Di panelê de bal hat kişandin ku wêjeya civakekî jî li gor rewş û pêwistîyên wê civakê teşe distînin û bi Kurdî nivîsandina romanan jî wek bersîveke li dijî pişaftinê ye. Loma jî li gel kêmasîyên xwe romanûsîya Kurdî jî her diçe dewlementir dibe û bêtir derdikeve pêş.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin