PAKê Seredana Sazîya Lêkolînê ya RAWESTê kir

PAKê Seredana Sazîya Lêkolînê ya RAWESTê kir

.

A+A-

RÛPELA NÛ- Îro 15.0.2.2021 heyeta PAKê ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurulah Tîmûr û Vahît Aba pêkhatibû bi mebesta danûstandin û agahdarîyên nû seredana Sazîya Lêkolînê RAWESTê kirin. Heyet bi germahîyekî mezin ji alîyê rêvebirê RAWESTê rêzdar Roj Girasun ve hat pêşewazîkirin.

Heyeta Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê di derbarê rewşa sîyasî bi giştî û bi taybetî li ser rewşa sîyasî, aborî û civakî ya Bakûrê Kurdistanê û partîya xwe agahdarî dan.

Berpirsê RAWESTê rêzdar Roj Girasun jî di derbarê karên xwe de, behsa lêkolîn û projeyên xwe kirin. 

Piştî sohbet û agahdarîyan, Herdû aliyan jî daxwaza berdewamiya têkiliyên bi vî rengî anîn ziman. 

Hevdîtin di atmosfereke berhemdar  de derbas bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin