• Diyarbakır 4 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -1 °C
  • Şırnak 3 °C
  • Ağrı -2 °C

PAKê Komxebata xwe li Amedê bi girseyî li dar xist

PAKê Komxebata xwe li Amedê bi girseyî li dar xist
Ji her çar perçeyên Kurdistanê partîyên sîyasî beşdarî Komxebatê bûn û peyam şandin.

Komxebata Amadekirina Kongreya Giştî ya PAKê roja 07.05.2017ê li Amedê bi awayeke girseyî li dar ket. Li gel delege, endam û alîgirên PAKê bi awayeke girseyî gelê Kurdistanê jî eleqeyeke germ nîşanî Komxebatê kir.

kongre7-003.jpg

kongre01.jpg

kongre1.jpgkongre2.jpg

 

Bernameya Komxebatê bi sirûda netewî “Ey Raqîp” jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir.

Ji her çar perçeyên Kurdistanê partîyên sîyasî beşdarî Komxebatê bûn û peyam şandin.

Ji Başûrê Kurdistanê Nûnerê PDK yê Enqereyê Omer Mîranî, Nûnerên Partîya Yekgirtû ya Îslamî Loqman Baskederî û Şêrzad Mamê Cemîl, Nûnerê Partîya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Rêber Miho beşdar bûn.

Ji Rojavayê Kurdistanê endamê mekteba sîyasî ya PDK-S yê Mihemed Smaîl li gel heyeta xwe, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurdistanê Elî Bavê Helepçe , nûnerê ENKSyê Weysî Şêxê, nûnerê Yekgirtî Surîyê Evdirehman Derveş, nûnerê PAK Rojavayê Adem Başo, nûnerê Şibala Sibê a Sûrî Îsmaîl Bobîbeşdar bûn.

Ji Rojhilatê Kurdistanê nûnerê Partîya Zehmetkeşanê Kurdistan-Komala, Zagros Husrevî beşdar bû.

Ji Bakurê Kurdistanê nûnerên PSK, HAK-PAR, PDK-Bakur, OSP, CHPyê beşdar bûn.
Parlementerê HDPyê Altan Tan, Hevserokê PEN a Kurd a Bakurê Kurdistanê Osman Ozçelik, Parlamenterê berê Mahmûd Kilinç, Serokê Şarederîya Cizîrê yê berê Sabri Vesek, Nûnerê DÎSAyê Dr. Necdet Ipekyuz, nûnerê Tevgerê Ciwanên Kurdistanê Roger Çağer, Serokê Cemîyeta Rojnamêvanan a Mezopotomyayê Cemil Aydoğan, nûnerê Komeleya Dîcle-Firatê Muhittin Batmanlı û gelek sîyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û nûnerên ragihandinê beşdarî Komxebatê bûn.

kongre5-001.jpg

kongre6.jpg

Di Komxebata PAKê de sînevîzyonek di derbarê xebatên PAKê yên du sal û nîvan hate pêşkêşkirin. Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik di derbarê xebat, sîyaset û perspektîfên PAKê de axaftinek kir. Helbestvanê Kurd Ahmedê Kurdî bi xwendina helbesta xwe kelecana Komxebatê geştir kir. Di dawîya beşa yekem ya Komxebata PAKê de hunermend Sabahattin Yildiz (Sabahatîn Xoce) jî konserteke biçûk da.

Gelek partî, sazî û şexsîyetan peyam ji Komxebata PAKê re şandin. Ji Başûrê Kurdistanê Mekteba Sîyasî ya PDKyê, Nûnerê YNKyê yê Enqereyê Behruz Gelalî, Politburoya Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê, ji Rojhilatê Kurdistanê Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Mistefa Hîcrî û Komîteya Navendî ya PAK a Rojhilat, ji bakurê Kurdistanê Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, li ser navê Partîya Yekitîya Kurd li Sûrîyê Tosin Bengo, li ser navê Yekitî ya Kurdistan a Sûrîyeyê Nûredîn sadûn, Hevserokên PYDê Asya Ebdula û Salih Muslim, ji Ewropayê Hevkarîya Hêzên Kurdistanê li Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêde, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û gelek sîyasetmedar, reşenbîr, huermend û şexsîyetên ji komxebatê re peyam şandin.

Komxebata PAKê piştî nîvro bi beşdarîya delegeyên PAKê berdewam kir.

Komxebata PAKê di esasê xwe dewekî Komxebata Amadekarîya Kongreya Giştî ya PAKê hate li dar xistin. Di encama Komxebatê de ji bo Kongreya PAKê ya di payiza 2017an de dê were li dar xistin de, pêşniyarîyên girîn hatin tesbîtkirin.

Komxebatê bi girseya xwe, bi beşdarîya ji her çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partîyên sîyasî û bi axaftinên hatine kirin, mesaj û hêvîyên mezin da gelê Kurdistanê. 

Ev nûçe 1996 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din