PAKê, di derbarê doza girtina partiyê de daxuyaniyek da:

PAKê, di derbarê doza girtina partiyê de daxuyaniyek da:

Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê di derbarê PAKê de doza daxistinê vekir. Di vê derbarê de roja 12.02.2019an li Cemîyeta Rojnamevanan a Dîyarbekirê PAKê civineke çapemeniyê li dar xist.

A+A-

Dadgeha Qanûna Bingehîn (Mehkemeya Qanûna Esasî) a Dewleta Tirkîyeyê di rûniştina xwe ya roja 17.01.2019an doza daxistinê (girtinê) li PAKê vekir. Ev biryara di roja 24.01.2019an de gihîşt ber destê rêvebirên PAKê.

anayasa-mahkemesi-karari.jpg

Dadgeha Qanûna Bingehîn ji PAKê daxwaz kirîye ku herî dereng heta 30 rojan, li gorî wê îdianameya ku Serdozgerê Mehkemeya Bilind amade kirye, parastina xwe bigihîne ber destê dadgehê.

Di vê derbarê de roja 12.02.2019an li Cemîyeta Rojnamevanan a Dîyarbekirê PAKê civineke çapemeniyê li dar xist.

daxuyani4.jpg

Gelek TV û rojname beşdarî vê civinê bûn.

Herweha Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, rêvebirê HAKPARê Vasıf Kahraman, Serokê DİTAMê Mehmet Vural, karsaz Şahismail Bedirhanoğlu, Parêzer Sedat Çinar, siyasetvanên Kurd Mele Arif, İsmail Ay, Yusuf Aydın, Cabir Yolbaş, Haluk Gökalp, Zahit Bozarslan, Abdulhay Okumuş, Nezir Çetin,namzedê serbixwe yê Tifaqa Welatper û Demokrat yê Batmanê Feyyaz Ekmen û namzedê bajarê mezin yê Amedê Sait Aydoğmuş, namzedên navöeyên Amedê Zeki Ekinci, Hidayet Fidan,Ramazan Kahramaner û gelek rewşenbîr û sîyasetvanên welatperwer, rêvebir û endamên PAKê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

daxuyani2.jpg

Seroke Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di civîna çapemenîyê de bi kurdî û tirkî agahdarî da çapemenîyê.Civîna çapemenîyê bi pirsên rojnamevanan û bersîv dayîna wan bi dawî hat.

Naveroka axaftina Mustafa Özçelik ev bû:

‘’PAK di 18yê Cotmeha 2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 7.11.2014an de jî damezranêrên PAKê ewraqên xwe teslîmî Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê kirin. Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê di roja 11.12.2014an de dokumenta ewraq teslîm wergirtinê teslîmî rêvebirên PAKê kir û bi vê dokumentê PAK weke partîyeke fermî hate tescîl kirin.

PAKê di roja 04.12.2017an de bi beşdarîya nûnerên lijneya hilbijartinê li Enqereyê Kongerya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist.

Berîya vê biryara doza daxistinê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn, di roja 12.02.2015an Serdozgerê Mehkemeya Bilind îxtarnameyek ji PAKê re şandibû û gotibû nav û bername û destûra PAKê li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û li dijî Qanûna Partîyan e. Serdozgerê Mehkemeya Bilind daxwaz kiribû da ku navê xwe , bername û destûra xwe biguherîne.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 13.03.2015an de bersîveke hiqûqî û sîyasî da Serdozgerê Mehkemeya Bilind û got em navê xwe, bername û destûra xwe naguherînin. Lê divê Dewleta Tirkîyeyê qanûnên xwe biguherîne.

Li ser vê bersîva PAKê, Serdozgerê Mehkemeya Bilind daxwaz li Dadgeha Qanûna Bingehîn kir da ku Mehkeme jî îxtarekê ji PAKê re bişîne.

Li ser daxwaza Serdozgerê Mehkemeya Bilind Dadgeha Qanûna Bingehîn roja 22.12.2016an îxtarek ji PAKê şand da ku PAK nav û bername û destûra xwe biguherîne.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 03.01.2017an de bersîv da vê îxtara Dadgeha Qanûna Bingehîn û got em navê xwe, bername û destûra xwe naguherînin.

Mustafa Özçelik di bersîva xwe de got, ‘Dewleta Tirkîyeyê daxwaza guhertina nav û bername û destûra me dike, lê ya rast ewe ku Dewleta Tirkîyeyê bi xwe li gor wan peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û li gorî maddeya 90î ya Qanûna Bingehîn (Qanûn Esasî)ya xwe tevbigere, Qanûn Esasîyê û temama qanûnên xwe biguherîne’.

Li ser vê bersîva PAKê 2 sal derbas bû. Cê carê jî li ser daxwaza Serdozgerê Mehkemeya Bilind, Dadgeha Qanûna Bingehîn(Mehkemeya Qanûna Esasî) a Dewleta Tirkîyeyê di rûniştina xwe ya roja 17.01.2019an de, doza daxistinê(girtinê) li PAKê vekir.Ev biryara di roja 24.01.2019an de gihîşt ber destê rêvebirên PAKê.

Her weha piştî vê doz vekirinê, navê PAKê ji lîsteya partîyên yasayî yên Tirkîyeyê hate derxistin.Ev biryara tu bingeheke xwe ya hiqûqî tune ye. Ji alîyekî weke qanûnî endamên nû yên PAKê ji alîyê dezgeha bilind ya partiyan ve têne qebûl kirin û weke partîyeke yasayî name ji PAKê re têne şandin; lê ji alîyê din ve jî bi awayekî ne qanûnî û ne hiqûqî navê PAKê ji nav lîsteya partîya tê derxistin.

Em vê helwesta jê xistina navê PAKê ya ji lîsteyan partîyan qebûl nakin. Emê bi rêyên qanûnî îtîrazî vê helwest û gava Dewleta Tirkîyeyê bikin.

Herweha emê weke PAK parastineke sîyasî amade bikin û emê vê parastinê li gel parêzer û hiqûqnasên pispor bi parastina hiqûqî ve temam bikin.Paşê jî emê vê parastinê pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin. Parastina PAKê ya sîyasî û hiqûqî dê berdewamîya wan parastinên pêştir yên ku ji Serdozgerê Mehkemeya Bilind û ji Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibûn pêşkêş kirin be.Herweha li ser bingehê parastina nav, bername û destûra PAKê, parastinên pêştir dê bi awayekî hîn berfirehtir bêne pêşkêş kirin.

PAK dibêje daxistin, qedexekirin û rê li ber girtina partîyên ku bi navê ‘Kurdistan’ê hatine damezrandin, ne hiqûqîye, li dijî mafê mirovan e, li dijî mafê xwe îfade kirinê ye, li dij mafê azadîya ramanî û azadîya xebata birêxistinî ye. PAK bangî Dewleta Tirkîyeyê dike da ku rêzê li azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî bigire.

PAK bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyê dike ku, hebûna milletê Kurd, hebûna Kurdistanê û zimanê Kurdî qebûl bike û di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên din de bicîh bike.

PAK dibêje, êdî dest ji van fikrên paşdemayî , fikrên hiqûqa navnetewî binpê dike,berdin û jibo ku bi awayekî demokratîk rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe gava bavêjin.

PAK partîyeke meşrû ye. Hêz û biheqbûna xwe ji hebûn û doza rewa ya miletê Kurd û Kurdistanê distîne.

Herweha PAKê temama pêwîstîyên qanûnî yên ji bo partîyeke resmî pêk anîye û nuha partîyeke resmî ye.

PAK bi rê û rêbazên sivîl, demokratîk, siyasî û girseyî û li gorî vê bername û destûra xwe ya heyî heta îro xebatên xwe meşandîye û ji îro pê ve jî dê her bi eynî hişmendî û rêbazê xebatên xwe bimeşîne’’.

daxuyani1.jpgdaxuyani3.jpgozcelik.jpgdaxuyani6.jpgdaxuyani7.jpgdaxuyani6-001.jpgserokroportaj2.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin