PAK û PSK: Li hemberê daxistina partîyên Kurdistanê dengê xwe bilind bike

PAK û PSK: Li hemberê daxistina partîyên Kurdistanê dengê xwe bilind bike

Du partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê PAK û PSKê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampanyayê dikin.

A+A-

Du partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê PAK û PSKê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampanyayê dikin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê û sazî û dezgehên sivîl dikin ku beramberî egera girtina partiyên Kurdistanî helwest bigrin û hevkariya wan bikin. PAK û PSK dibêjin, ewê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampanyayeke berfireh bikin.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistîye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiriye.

PAK û PSKê li ser vê meselê daxuyanîya çapemenîyê a hevpar da. Daxuyanîya kurdî(kurmancî) Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek xwend. Daxuyanîya tirkî jî Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur xwend.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku li hember daxistina partiyên Kurdistanê lazim e ku raya giştî dengê xwe bilind bike.

Daxuyanîya PAK û PSKê wiha ye:

“Êriş bo ser hebûn û nirx û deskevtiyên netewî yên gelê Kurd gihiştiye astekê dinê. Îro daxistina partiyan, ku navê wan da “Kurdistan” heye, tê xwastinê.

Beşek ji êrişa hanê ev e, ku di Dadgeha Dusturê Tirkiyê da bona daxistina partiyên me, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalist a Kurdistan (PSK) dewa hatiye tomar kirinê. Her wisa derheqê Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP) û Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiyê ji doz hatiye tomar kirinê û daxistina hurdu pati tê xwastin.

Navên me, ku tê da Kurdistan heye û peşniyarên me yên bona çaraser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê, me di bernameyên me de hene, wekî sebebên daxistinê têne nişandan.

Tomar kirina dewayên hanê, berê her tiştê derbeke li azadiya bir û bawer û rêxistinê kirinê hatiye xistin û her wisa nişan dide, ku Tirkiyê di warê demokrasi û di pirsa Kurd da gihiştiye çi qonaxekê.

Bê guman Li Tirkiyê eva êrîşa yêkan nîne. 

Dewleta tirk ji damezrandina xwe ve hebûna gelê Kurd û welatê wî înkar kir. Bersiva hemû daxwazên netewî û demokratîk û meşru bi tank û top da. Pişaftina gelê Kurd nefi kirina Kurdan û viran kirina gundên Kurdan, komkujî û jenosîd bûne bingeha sîyaseta dewleta tirk di warê pirsa Kurd û Kurdistanê da.

Di niv sedeyê derbasbûyî da, li Tirkiyê 30 parti hatina daxistin, ku bir û baweriya wan ligel siyaseta dewletê nedigunca.

Di salên 90î da gelek parti ji ber pêşniyarên xwe yên li ser pirsa Kurd hatine daxistin û bi vi awayî tirkiye bûye goristana partiyan. Ger daxistina partiyan bibûya derman, diviya bû TirkÎyê iro bibuya welatêk be derd û kêşe u pirsgirêk.

Em cext li ser vê xalê dikin, ku Kurd û Kurdistanê me nexulqandiye. Netewi Kurd yek ji qedimtirin neteweyê Rojhilata Navîn e û Kurdistan ji navê welatê wî, ci û warê wî ye. 

Yên ku me kiriye ev e, ku me rastiyên Kurd û Kurdistanê bi navên xwe anî ziman û bona çareser kiran pirsa Kurd û Kurdistanê peşnîyarên demokratik û aşitixwaz pêşkeş kir. Guman têda nine, ku çareser kirina pirsa Kurd bi şikle adil û li ser bingeha wekhevî, li Tirkiyê û heremê rê li ber demokrasi û aşiti û aramiyê xweş dike. 

Her usa partiyên me bona ci be ci kirina armancên xwe rêka demokratik, meşru û aşitiyê dane ber xwe. Li ser çareser kirina pirsan bi şiklê aşiti rijd bûne û her tim ji rêka tund û tujÎyê dur bûne. 

Ders û pendan nişan didin, ku têda, zilm, tundî, gedexe kirin û daxistina partiyan çu caran pirsên Tirkiyê çareser nekirine û ji iro pêva ji nake.

Çareserî girêdayiya berfirehtir û bi hêztir kirina demokrasî ye, li Tirkiyê ci be ci kirina xalên huquqê nevneteweyî ye, girêdayiya amade kirina desturekê pirneteweyi, piroli ye. Her usa girêdayiya pejirandina hebûn û mafên netewiyên Kurdan e, ku eger bi vî awayî be hewce nake, ku partiyan bêne daxistinê.

Li aliki dinê va, di zirufa îro da ji daxistina partiyan bê qanuni û huquqi ye. Ji ber ku guhartina xala 90î a Destura Tirkiyê di sala 2004’an da û gelek biryarên dinê yên Dadigeha Desturê Tirkiyê rê nadin, ku partiyên me bêne daxistinê.

Ji bona van sedeman dewayen ku derheqa daxistina partiyên me da hatine tomar kirinê, ne huquqî ye, siyasî ye. Partiyên me li ser bingeha mafê diyar kirina çarenusiyê, çareseriya federaliyê û wekheviyê peşniyar kirine. Peşniyarên me yên çareseriyê derbareyê pirsa Kurd û Kurdistanê da meşru ne û ligel xalên huquqa navnetewî diguncin. Bona vê yekê hewla daxistina partiyên me û partiyên dinê derbek e li demokrasi û maf û azadiyên navnetewiye hatiye xistin. Berhema hewla hanê tenê aloztir bûne pirsa Kurd e, kurtir bûne tundutijiyê ye. 

Divê em rênedin vê yêkê. Bona vê yêkê em banga hemu hêz û saziyen demokrat, aşitîxwaz, azadîxwaz dikin, di vî warê da hestyar bin, diji hewla daxistina partiyan derkevin û piştgiriya me bikin.

Em dibêjin, ku bila bi daxistina partiyên me ve tavanekî huquqiya dinê neyê çêkirinê. Bona vê yekê em hem li navxweyî û hem ji derweyê welat dest bi kampanyayeki berfireh dikin. Em dixwazin serdana partiyên siyasî, rexistinên sivil û sendika û odayên pişeyî, ronakbîr û kesayetÎyên bi vicdan bikin, alikariya wan bixwazin û bi van ra sengerê piştgirî û parastinê ava bikin. “

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin