PAK: Şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û çalakîyên çekdarî yên PKKyê divê bi dawî bên

PAK: Şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û çalakîyên çekdarî yên PKKyê divê bi dawî bên

Partîya Azadîya Kurdistanê li ser şer û Êrîşên dewleta Tirkîyeyê û çalakîyên çekdarî yên PKKyê daxuyanîyek belav kir

A+A-

Li Pasûr (QULP) a Navçeya Amedê, di roja 12.09.2019an de di encama  teqînekê de, 7 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşê şermezar dikin. Me her cûreyeke êrîş û çalakîyên terorî yên ku zerarê dide sivîlan,  bêyî  teredut şermezar kir, îrô jî em her şermezar dikin. 

Dewleta Tirkîyeyê  ji bo destkeftîyên gelê me ji holê rake, ji bo rê li ber xebat û çareserîya sîyasî, sivîl, demokratîk bigire,  li Bakur û Rojava û Başûrê welatê me şer û êrîşên xwe didomîne. PKK jî bi şerê xendek û barîkatan, bi çalakîyên xwe yên çekdarî  ku zirarê dide gelê me, rê ji êrîşên Dewleta Tirkîyeyê xweştir kir, xweştir dike.

Heta ku ev şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK  êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî  yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike, dê kuştin û wêranî  her li ber derîyê me bin.

Mafê tu kesî tune ye ku  meşrûbûn û însanîbûna çalakîyên Dayikên Şemîyê jî, dayikên li ber derîyê avahîya HDPyê li zarokên xwe digerin jî  bixin ber gengeşîyan, tune bihesibînin; ev bê wicdanî ye. Ev daxwaz û hestên dayikan, encama vî şerî ne, encama sîyaseta binpê kirina  maf û azadîyên mirovan e. Û nabe ku tu kes ji bo armancên xwe yên qirêj  van hestên dayikan îstîsmar bikin.

Heta ku ev şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK bi êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî  yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike,  bi  hezaran gelê me yê sivîl rojekê li Pasûrê(QULP), rojekê li Qoserê, rojekê li Amedê yan jî li cîhekî din dê bibin qurbanîyên vî şerî û van çalakîyên çekdarî.

Ji bo rê ji çaresrîyeke sîyasî û sivîl re vebe,  ji bo dawî li van kuştinan bê, divê Dewleta Tirkîyeyê demildest vî şerî û van êrîşan bidawî bîne. PKK jî , divê bi şer  û li çalakîyên xwe yên çekdarî   ji Dewleta Tirkîyeyê re rê xweştir neke û   bêyî ku li hêvîya sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê bimîne, divê demildest dawî li şerî û li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.

Nabe ku qebûl kirina maf û azadîyên gelê me yên netewî, demokratîk,  ji ber vî şerî bêne paşguh kirin, bêne tecîl kirin, bêne red kirin. Divê em bi awayekî girseyî û bi biryardarî ji  helwesteke bi  vî rengî  re bêjin ‘na’.

Divê ji bo çareserîyeke  sîyasî, sivîl, demokaratîk  ya rasteqîn  gav bêne avêtin. Divê li ser bingeha maf û azadîyên gelê Kurd û Kurdistanê, hemû partîyên kurdistanî, hemû alîyên berfireh yên Kurd û Kurdistanî mixatabê çareserîya sîyasî bin.

13.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin