PAK Şaxa Batmanê di salvegera 97emin de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn

PAK Şaxa Batmanê di salvegera 97emin de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn

.

A+A-

Rêvebirîya Batmanê ya PAKê 29.06.2027 an de li Batmanê saet 15.00an de li Şaxa Batmanê ya PAKê,Şêx Seîd û hevalên wan bibîranîn.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şêx Seîd û hevalên wan rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.Pİştî rêzgirtinê Aziz Özdemir got:

" Tevî Şêx Seîd û 46 hevalên wî 424 kes ji alî “İstiklal Mahkemeleri” ve hat darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc û cîhne cuda cuda de bi heman sebebê bi plankirî ji ali eskeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 96 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa “rêgir,çete û teror” nîşan dide ,Kurdistan kirîye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurttir dike Û dijî azadîya gel li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe ,gefan li wan dike.”Di salvegera 97êmin de soz didin ku emê rê û rêbaza wan bernedin ,heta bi destxistina wan armancên netewî,emê kar û xebata xwe bidomînin.”

Paşî daxuyanîya PAKê ji alîyê serokê PAK şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat xwendin.Di daxuyanîyê de"Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike."

Berdewamîya daxuyanîyê de "Di 97emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr û bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."

Bername bi belgefilmê “Dîroka Tevgera Azadî û Şêx Seîd” bi awayekê berhemdar bi dawî bu.

29.06.2022

Şaxa Batmanê Ya PAKê

4-225.jpg3-277.jpg2-298.jpg1-269.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin