PAK, PSK, TEVGER, PÊLKURD, PDK-BAKUR dê sibê  ji bo bibîranîna şehîdên Helepçeyê daxuyanî bidin

PAK, PSK, TEVGER, PÊLKURD, PDK-BAKUR dê sibê  ji bo bibîranîna şehîdên Helepçeyê daxuyanî bidin

.

A+A-

RÛPELA/NÛ/ PAK, PSK, TEVGER, PÊLKURD, PDK-BAKUR ji bo 33 selvegera jenosîda Helepçeyê bi daxuyanîyekî dê qûrbaniyên jenosîdê û hemî cangorîyên doza azadîya Kurdistanê bibîr bînin. 

Daxuyaniya havpar ya pênc partî û rêxistinan dê sibê di 16.03.2021, saet 13.00'an de li Cemiyeta Rojnamevanan ya Dîyarbekirê bê dayin.

Daxûyanî bi beşdarîya berpirsên partiyan, nûnerên saziyên sîvîl û kesayetên welatperwer dê pêkwere.

Hemî welatperwer û dilsozên doza azadîya Kurdistanê vexwendî ne


Wekî tê zanîn, 33 sal berê dewleta Baasî ya Îraqê, bi balafirên leşkerî jehrên kîmyewî bi ser bajarê Helebce û dewrûberên wî ve reşand, Di necam de, ji 5 hezar zar û zêç, pîr û kal jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Komîteya her 5 partî û rêxistinan ya Dîyarbekirê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin