PAK-PSK- PDK- Bakur: Referandûma 16ê Nîsanê boykot dikin

PAK-PSK- PDK- Bakur: Referandûma 16ê Nîsanê boykot dikin

PAK-PSK- PDK- Bakur; bangê xelkê kirin ku ew di 16ê Nîsanê de neçin ser sandoqan; referandûmê boykot bikin.

A+A-

Îro li Diyarbekirê li hola rojnamevanan de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK-Platform Sertac Bucak û Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek di daxuyanîyeka çapemenîya hevpar de bangê xelkê kirin ku ew di 16ê Nîsanê de neçin ser sandoqan; referandûmê boykot bikin.

PAK,PDK-Bakur û PSKê îro (03.03.2017) li Amedê bi daxuyanîyeke hevbeş biryara xwe ya referandûma îlan kirin.

Civîna çapemenîyê li Hola Cemîyeta Rojnamêvanan li Amedê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek û rêveber û alîgirên partîyan pêk hat.

Di civînê de pêşîyê li ser navê her sê partîyan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi Kurdî axaft û biryara partîyan îlan kir. Mustafa Özçelik got : ‘’Me wekî PAK, PDK-Bakur, PSK piştî ku biryara referandûmê hate girtin, me got em bi hevdu re helwesteke hevbeş deynin.Me di nava partîyên xwe jî gengeşîyeke demokratîk da destpê kirin.Me xwest bi dor û bereke hîn berfirehtir helwesteke hevbeş tesbît bikin. Lê di encamê de me 3 partîyan bi hevdu re ev biryar girt.Me di vê derbarê de daxuyanieyek hevbeş amade kir.

Em bangî hemû partîyan jî dikin ku, rêzê li bîr û bawerîyên cuda bigirin û bila helwesta di derbarê referandûmê de nebe sebebê nexweşîyan di nava partîyên Kurdan de.

Em dibêjin her guhertinên di qanûn da , di rêvberîya Tirkîyeyê de çêdibin helbete ku me elqedar dike. Qanûna bingehîn ya heyî jî, ev 18 xalên ketîye rapirsîyê jî me eleqedar dikin. Jiber wê jî, em wekî alîyê Kurdistanî, helwesteke sîyasî datînin û em vê referandûmê protesto dikin.Em bangî gelê xwe dikin ku neçin ser sindoqan’’.

Mustafa Ozçelîk aftina weha berdewam kir:’’Em dibêjin qanûnên bingehîn yên heta îro çêbûne gişt jî miletê Kurd û mafê wî yên netewî demokratîk red kirîye; herweha ev 18 xalên guhertinê jî tu tiştî ji miletê Kurd û ji hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, olî û mezhebî re nayne. Jiber vê jî em vê Qanûna bingehîna heyî jî, 18 xalên ku sîstemeke otorîter, takekesî tîne jî protesto dikin. Tercîha me qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal e. Em şerê heyî jî, Rewşa Awarte jî , neheqîyên ku li ser gelê me tê kirin jî protesto dikin.Ev referandûm bêyî îradeya me li ser me hatîye ferz kirin; em vê ferz kirinê jî protesto dikin. Protesto bangeke netewî û Kurdistanî ye. Gelê me ji vî şerî ne razî ye, ji sîyaseta wêran kirin û kuştinê ne razî ye. Protesto, vê nerazîbûna gelê me jîdê fade bike’’.

Piştî vê axaftinê Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak axaftinek kir û weha got :

"Helwesta me ya hevbeş ji alîyê Birêz Mustafa Özçelik ve hat gotin lê dîsa jî em hinek tiştan lê zêde bikin. Em nabêjin ku ti eleqayan Kurdan di vê referandûme de tune ye. Eleqa Kurdan heye ku em vê helwesta protestoyê dîyar dikin. Em helwesteke hevbeş netewî lidar dixin. Em alternatîfa xwe didin pêş. Em dibêjin qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal’’

Paşê jî Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek axaftinek kir û wiha anî ziman;

" Helwesta me ya hevbeş di daxuyanî hevbeş de hatîye dîyar kirin. Herdu hevalan jî biryara me anîn ziman. Lê em hêvîdarin ku helwestên cuda yên di derbarê referandûmê de, di nav Kurdan de nebe sebebê nakokîyan. Rêza me ji bîr û rayên din re jî heye. Em wan helwestên ku endamên xwe serbest hiştine jî, yên dibêjin na jî meşrû dibînin Lê em dibêjin ‘’protesto’’ li gorî şerdên heyî biryara rastir e.Ev referandûma bêyî îradeya me çêdibe" .

Daxuyanîya Hevpar

Tercîha me qanûneka bingehîn ya demokratîk û federal e

Tirkiye, teqrîben ev sed sal in di mesela kurd û Kurdistanê da siyaseteke li ser esasê înkar, asîmîlsyon û  şîdetê  dimeşîne.

Ev siyaset koka xwe ji destpêkê da ji felsefeya dewleta tirk ya milîtarîst û yek dewletê digire.

Coxrafya ku dewleta tirk li ser ava bû, coxrafyayeke pir milet e. Dewleta Tirk ev rastî tune hesaband û li ser bingeha nasnameya Tirk, wek dewleta yek miletî hate ava kirin. Li hemberî hebûna miletê Kurd siyaseteke red, înkar û îmhayê meşand. Ji bo pelçiqandina nasnameya miletê kurd, ji bo asîmîlasyona ziman û kultura kurdî her metod hate ceribandin.

Ji bo ji holê rakirina heqîqeta kurd û Kurdistanê jenosîd jî hatin  ceribandin.

Ev zîhniyeta Tirkiyê ya monîst(tekparêz) û mîlîtarîst di qanûnên(destûrên) bingehîn yên 1924 û 1961ê da jî cîh girt.

Qanana bingehîn ya 1982an qerekterê sîstemê yê nîjadperest û otorîter qat bi qat zêdetir kir.

Qanûna bingehîn ya 1982an, ji alî cûntaya leşkerî ve bi darê zorê û bi hîleyan li ser civatê hate ferzkirin.

Lewma jî Qanûna bingehîn ya 1982a,  bi tu hawî ne meşrû ye, xwediyê qerekterekî li dijî hemû mafên bingehîn yê însanî  û azadiyan e.

Di bingeha hemû gelşên Tirkyê da tesîreke mezin ya Qanûna  bingehîn ya 1982a  heye.

Sebebê patînaja di warê demokrasiyê da tê jiyîn jî mesela kurd e. Mesela kurd bûye girêkek bi xwîn. Û para zihneyeta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî jî pir e.

Li alîyê din di qanûna bingehîn da heta nuha 20 caran guhertinên qismî hatine kirin. Lê van  guhertinan , têr nekir ku    ruhê monîst û mîlîtarîs yê qanûna bingehîn ya 1982an ji holê rabe.

Lê êdî li ser ne  demokratîkbûna  qereketerê qanûna bingehîn ya 12ê Îlonê her kes hemfikir e.

Çi îktîdar û çi jî muxalefet, êdî hemû partiyên siyasî di her fersendê da dibêjin ev qanûna bingehîn divê were guhertin.

Wek tê zanîn, AKP jî bi îdîeya ewê qanûna bingehîn buguhere hatibû ser hukim. Lê belê di 14 salên îktîdara xwe da ev soza xwe neanî cîh.

Aşkere ye ku hêviya civatê qanûneke bingehîn ya nuh e. Desthilatdarîya AKPê bi piştgiriya MHPê bi pakêta qanûnek bingehîn ya ku tu têkiliya wê bi hêviyên  civatê ra tuneye  derket holê.

Parastina MHPê ya di derbarê van 18 xalan de îşareta wê yekê ye ku  guhertinên dixwazin werin kirin ne karekî ji xêrê ra ye.

Li alîyê din 18 madeyên ku ji bo referandûmê di meclîsê da hatin qebûlkirin tu têkiliya wê bi gelşên me yên esasî tuneye û gelşên heyî yekê jî çareser nake.

Di pakêtê da ne ji bo mesela kurd, ne ji bo demokrarsîyê û ne jî ji bo gelşên din tu çareserî nînin.

Di ser da jî ev Sîstema Serokatiyê ya ku di rojevê de ye jî  naşibe tu modeleke welatên cîhanê.

Bi vê pakêta qanûna bingehîn ya 18 madeyî, prensîbê cudahiya hêzan ya ku ji xwe nedixebitî, ji bin da ji holê radibe.

Ji ber selahiyeta serokkomar ya bêsînor, sîstem dibe xwediyê qerekterekî hîn bêtir otorîter û derî li desthilatdarîya takekesî vedike.

Tirkiye helbete ku dikare derbasî sîstema serokatiyê, nîvserokatî ya jî ya parlamenteriyê bibe, ji van sîsteman yekê hilbijêre.

Ya girîng demokratîkiya naveroka sîstema ku tê hilbijartin e û perspektîfa çareseriya ji mesela Kurd ra tîne çiye, ew girîng e.

Ji ber vê yekê jî ev pakêta çareseriyê nayê qebûlkirin.

Ji ber ku ev 18 xalên referandûmê, sîstema heyî ya  bi problem e, hîn bêtir otorîter dike, potansiyeleke wiha tê da heye.

Ji ber ku bi rojeveke wiha enerjiya civatê bi rengekî nehewce heder dike.

Ji ber ku tu gelşeke Tirkyiyê ya esasî çareser nake.

Ji wê jî muhîmtir, ji ber ku rê li ber çêkirina qanûneke bingehîn digre, ev pakêt nikare were qebûlkirin.

Em partî û tevgerên siyasî yên Kurdistanê çêkirina qanûneke bingehîn ya demokratîk û federal wek hewcedariyeke zarûrî dibînin.

Ji bo ku rewşa heyî  ya kaotîk ji ortê rabe, ji bo dawî li şer û pevçûnan were, mesela kurd bi rengekî adil û bi heysiyet were çareserkirin, em îrada xwe ya ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz diyar dikin.

Em wek hêzên Kurdistanî dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo qanûneke bingehîn ya nuh di bin sernivîsên jêr da bi raya giştî ra parve dikin.

1-Ji bo çêkirina qanûneke  bingehîn ya nuh divê rewşeke aştîxwaz û demokratîk were peydakirin.

Ji bo çêkirina qanûna bingehîn ya nuh, berî her tiştî hebûna îklimeke aştîxwaz û demokratîk pêwîst e.

Ji bo vê, divê dawî  li şer û pevçûnan were dayin û rewşeke aram were peydakirin.

Rewşa Awarte  rê li ber demokrasî  û azadiyê digire, xwe îfadekirinê sînor dike. Divê Rewşa Awarte rabe û ji bo ku her kes bikaribe  beşdarî minaqaşeyên referandûmê bibe divê îklimeke demokratîk were peydakirin.

2-Qanûna bingehîn ya nû divê bi beşdarbûna hemû hêzên netewî û civakî were çêkirin.

Ji bo ku qanûneke bingehîn ya nû di zemîneke meşrû da were çêkirin, ji şertan yek jî beşdariya hemû hêzên netewî û civakî ye. Divê ev îmkan were peydakirin.

Ji bo ku qanûneke bingehîn ya nû bibe peymaneke civakî, divê hemû teref, grûb û sinif di çêkirina wê da cîhê xwe bigirin.

Qanûneke bingehîn ya nû nabe tenê di meclîsê da were qebûlkirin.

Divê  di serî da hêzên kurd,  hemû grûbên etnîkî, dînî û kulturî jî beşdarî merheleya minaqaşeyên amedekarina qanûna bingehîn bibûna, diyalog û muzakereyên rû bi rû çê bibûna.

3-Qanûna bingehîn ya nû divê bi fikireke azadîxwaz û pirrengî bê amade kirin.

Di qanûna bingehîn ya nû  da , nabe ku rê li ber guhertina tu xalan bê girtin û divê  tu îdeolojî  referens neyê nîşandan, îmkanê nede wesayeta leşkerî.

Qanûna bingehîn ya dê were çêkirin divê bi dîtineke axadîxwaz were amadekirn. Azadîya fikir, xweîfadekirinê, azadiya birêstinbûyînê bê garantî kirin.

Bi şerdê  ku şîdetê pêşniyar neke û bi kar neyne, divê azadîya birêxistinbûyînê  were garantî kirin.

Divê  easasê Qanûna bingehîn li ser r qebûl kirina  hebûna pir miletan, pir kulturan, pir zimanan û pir ol û mezheban were naskirin. Dibê hemû grûbên etnîkî, dînî, kulturî nasnameyên xwe bi awayekî azad bijîn, ziman û kultura xwe bi rehetî bi kar bînin.

Divê hemû belge û hêjayîyên  navnetewî ku Dewleta Tirkîyeyê jî piraniya wan qebûl kiriye, esas werin girtin.

Beyannameya Mafên Însanî ya Navnetewî, Peymana Mafê Mirovî ya Ewrûpa, Peymana Medenî û Siyasî ya Navnetewî, Peymana Tayinkirina Qedera xwe (çarenûsa  xwe) ya ji alîyê Netewên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin, bi kurtî  hemû peymanên navnetewî  divê wekî rêber werin girtin.

4- Hemû mafên miletê kurd yên meşrû divê di qanûna bingehîn da were naskirin.

Ji bo ku meriv bikaribe ji qanûneke bingehîn ya nû ra bibêje nû ye, berîya  her tiştî divê ji mesela kurd û Kurdistanê ra nêzîkbûneke adil û wekhev pêşkêş bike.

Jiber ku mesela kurd ne wek her meselê ye, mesela azadiya netewî ya miletekî 30 milyonî ye.

Kurd, neteweyeke ku li   Rojhilata Navîn ya herî qedîm  û  rastiyeke tarîxî û kulturî ye.

Li gel hemû zilm û zora sedsalan û qetlîaman jî miletê Kurd li ser lingan maye, li herêmê civata herî zêdenifûs e.

Kurd bi hezaran sal in li welatê xwe Kurdistanê dijîn, li gel her babet mezalimê  û siyaseta surgûnan jî  li Kurdistanê hîn jî unsûrê serdest in.

Di vê çerçewê da:

a-Di qanûna bingehîn ya nû da divê mafê kurdan yê nasnameyê were naskirin, hemû mafên netewî û meşrû werin qebûlkirin.

b-Divê dawî li hemû qedexe û astengîyên li ser zimanê  kurdî were dayin.

Divê zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê û li gel zimanê  tirkî bibe xwediyê statuya zimanê resmî.

c-Divê hemû qedexe û astengên li pêş azadiyên xweîfadekirinê û xweorganîzekirinê rabin.  Divê xweorganîzekirina bi navê kurd û Kurdistanê bi temamî were serbestkirin.

d-Divê ji Kurdistanê ra statuyeke federe were naskirin. Yanî sîstema federal di qanûna bingehîn da esas were girtin.

Ji gelşên Tirkiyê yên esasî yek jî sîstema monîst û unîter e. Bi vî qerekterê xwe sîstema dewleta tirk, rê nade nasnmeyên cihê beşdarî pêvajoya siyasî bibin. Ev rê li wan girtiye.

5-Qanûna bingehîn ya dê were çêkirin divê li gorî fikra federalî amade  bibe.

Divê Tirkiye derbasî sîstemeke federal bibe ku milet û grûbên  cuda bikaribin beşdarî îdareyê bibin.

Ancax sîstemek weha  dikare kurdan, tirkan û gelên din li ser bingeheke wekhev bîne ba hev û ji bo jiyaneke bi hev ra zemînekê amade  bike.

Di sîstemek federal da divê Kurdistan bibe xwedî sîstemeke federe, divê parlamento û hukûmeta Kurdistana federe hebe.

Sîstemek federal, di eynî wextê da dê di mesela Kurdistanê da  şer û pevçûnên sed sal in dom dikin ji ortê rake û ji bo ku herdu gel bikaribin bi rengekî wekhev bi hev ra bijîn zemînekê amade bike.

Bi vî rengî kurd dê li welatê xwe bibin xwedî îmkana jiyaneke azad û serbilind.

Em wekî partîyên Kurdistanî helwesta xwe ya prensîbî careke din eşkere dikin.

Em gelê xwe yê welatparêz, hemû hêzên alîgirê demokrasiyê û aştiyê, dawetî daxwaza qanûneke bingehîn ya nû ya demokratîk û federal ku me li jor çarçeweya wê danî dikin. Ji bo qanûneke bingehîn ya bi vî rengî divê em bibin yek.

Di referandûma pêş me da em ne mecbûr in ji qanûnên bingehîn yên li ser me ferz dikin yekê tercîh bikin.

Tercîha me net e: Em qanûneke bingehîn  ya ku dê azadiya Kurdistanê bîne dixwazin. Em dibêjin qanûneke bingehîn ya sîstemeke demokratîk û  federal.

Di vê çarçewê da em partiyên ku li jêr navê wan hene, referandûma  di 16ê Nîsana 2017an da dê lidar bikeve  protesto dikin û  em bangî gelê xwe dikin ku neçin ser sindoqan. 03.03.2017

PAK, PDK-Bakur, PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum