PAK li Parisê beşdarî seremoniya salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo bû

PAK li Parisê beşdarî seremoniya salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo bû

PAKê li Batmanê Dr. Qasimlo bi bîr anî

A+A-

paris-001.jpg

Yakup Karademir/Paris

Bi munasebeta salvegera 27ê ya şehîdkirina Serokê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) Dr. Evdilrehman Qasimlo û hevalên wî, di 13/07/2016ê, saet di 13:30ê de li Goristana Père Lachaise ya Parîsê seremoniyeke şîn û matemê pêk anî.

Di vê xwepêşandanê de, li gel kadir û endamên PDK-Î, nûnerên partî û rêxistinên siyasî û çandî yên kurdî bisedan heskiriyên Dr. Qasimlo yên kurd û biyanî amade bûn. Girseya ku li berderiyê ketina Goristanê bi alên kurdî û posterên şehîdan kom bû, ji wir heta ser gora Dr. Qasimlo û hevalên wî meşiya.


Seremoniyê bi danîna destegulan li ser gora şehîdan û xwendina sirûda netewî «Ey Reqîb»ê dest pê kir û paşê nûnerê Ewrûpa yê PDK-Î, Şaho Şaxewan axavtinek dûrûdirêj kir. Ew di axavtina xwe de li ser karûxebata Dr. Evdirehman Qasimlo û partiya xwe rawestiya û got ku ji ber rejima Îranê ji wan re rêyeke din nehiştiye partiya wan dîsa dest bi çalakiyên leşkerî kiriye.

Piştî wî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yê PSKê, yê Hak-Parê yê PAKê û çend kesên din jî peyamên xwe yên piştgiriyê xwendin.Girseyê paşê jî seredana gora Serokê PDK-Î yê piştî Dr. Qasimlo, şehîd Şerefkendî û hevalên wî jî kir û bibêdengî belav bû.

Dr. Evdirehman Qasimlo û hevalên xwî Ebdulla Qadirîzade û  Dr. Fazil Resûl li Wiyanaya paytextê Awitiryayê û Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî û Humayûn Erdelan jî li bajarê Berlînê yê Elmanyayê ji alî ajanên rejima Îranê ve hatibûn kuştin.

batman.jpg

PAKê li Batmanê Dr. Qasimlo bi bîr anî

Şaxa Batmanê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi minasebeta salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bîranînek li dar xist.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir û dû re sirûda neteweyî Ey Reqîb hate xwendin.

Pişt re videoyek li ser jiyana Dr. Abdurahman Qasimlo hate nîşandan.

Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê di daxuyaniyê de got ku ''Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bila çavê we li dû we nemîne. Doz û ala we di destên nifşên nû de bi serfirazî ber bi azadîyê ve dimeşe.

Em di 27. saliya şehîdbûna Dr. Qasimlo de, wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û bi hestên Kurdewarî bibîr tînin.''

Pişt re ji Rojhilatê Kurdistanê aktivist û berpirsê saziya Roja Zêrîn, Dr. Xalid Amêdî axivî û got: ''Dr. Qasimlo şehîdê her çar perçê Kurdistanê ye, ew mamosteyê riya aşitî û azadiyê bû. 
Fermandar Kawa Ciwanmerd û Serkeft Samed li pey şopa wî bûn û di riya azadîya Kurdistanê de şehîd ketin. 
Rejîma Îranê bi terorê nikare rê li ber têkoşîna azadîya gelê kurd bigire.''

Piştî axaftina Xalid Amêdî bîranîn bi dawî bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin