PAK LI BATMANÊ ROJA ALA YA KURDISTANÊ PÎROZ KIR

PAK LI BATMANÊ ROJA ALA YA KURDISTANÊ PÎROZ KIR

.

A+A-

Şaxa PAKê ya Batmanê îro 17.12.2021,katjimêr 14.00 de bi minasebeta"ROJA ALA YA KURDISTANÊ"Pîrozbahîyek pêk anî.

Pîrozbahî li Hola Civînê ya Şaxa PAK a Batmanê bû.

Hol , her alî bi ala ya rengîn hat xemilandin.

Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî hat xwendin.

Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvana û got:

Ev roj bi mixabinî salvegera ruxandina Komara Kurdistanê 17.12.1946 bu.

Ev roj salvegera buyera 49 an bu.

Ev roj Cejna Kurdê me ên resen Kurdên Êzîdî ,Cejna Êzî bu. Piroz be.

Ev roj Roja Ala ya Kurdistanê ye.

Em îro bi diruşma "Ala Kurdistanê ji bo serxwebuna başurê Kurdistanê,ji bo azadîya her çar parçeyên Kurdistanê liba dibe" pîroz dikin.

Ala Kurdistanê şan û şerefa miletê Kurd e.

Al rumet û remza netewe ye.

Al , nasname ye.

Al ,niştimane.

Çi partîyên kurd an jî çi mirovên kurdperwer yekîtîyek rasteqîn bixwazin,pêwist e ,ku ew dibin sîya Ala Kurdistanê de bicivin.Pêwist e ku her ji Ala ya kurd re bi giramî rêzê bigire.

Dema mirov alekê dibîne , milletek,netewek,gelek tê ber çavên mirov , nasnama wî miletî tê naskirin , di heman demê de dîrok û pirensîp û asta wî miletî di nav miletan û seranserî cîhanê de di ber çavên mirov re derbas dibe .

Eger em dixwazin Ala me Ala Kurdistanê xwedî cihekî bi rûmet û rêzdar be , gerek e em li xwe vegerin û li miletê xwe xwedî derkevin û xwe nas bikin .Hingê Ala me tê naskirin û di nav alên cîhanê de rûmetdar dibe û dibe Ala Kurdistanê .

Taybetîyên Ala ya Kurdistanê"Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî pêk tên.Şerîda sor li serê, ya sipî li nêvê, ya kesk jî li binî de ye. Li ser rengê spî bi 21 tîrêjên xwe roj heye.Di ala Kurdistanê de her rengek wateyek xwe heye.Kesk, rengê daristan û deşt û çîya u banîyên welat e, bereket û xweşîye. Sor; agirê Zerdeştê Kal û xwîna lehengên Kurd e. Zer; azadî û ronahî ye. Spî; aşitî, masûmîyet u rastevanî ye. 21 Tîrêjên rojê jî,remza roja Newrozê ye; ji roja Zerdeştîyan tê.

Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, pêşewa Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanîyê nemir û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze. Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Paşî daxuyanîya PAKê ji alîyê Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir î ve hat xwendin.

"17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye.

Di roja 17yê çileya pêşîna a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê çileya pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.

Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Hikûmeta Komara Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Ev Ala ya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 100 sal e ku wek Ala ya Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Ala ya Kurdistanê bê qebûl kirin.

Em roja ala rengîn a bi rûmet pîroz dikin."

Paşî bi belgefilmek li ser "Dîroka Ala Kurdistanê"hate nîşandan.

Piştî belgefîlma "Dîroka Ala Kurdistanê" bi pirsê bêşdervanan bername bi serkeftî dawî bu.17.12.2021

Şaxa Batmanê Ya PAKê

1-191.jpg2-205.jpg3-196.jpg4-159.jpg5-118.jpg6-090.jpg7-066.jpg10-041.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin