PAK li Amedê konferansa‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ li dar xist

PAK li Amedê konferansa‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ li dar xist

Li gel germa havînê û qanûna şerdên awarte jî, hola konferansê ji alîyê qelebalixîyeke baş ve hatibû dagirtin.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê ) îro (24.07.2016) bi minasebeta 93emîn salvegera Peymana Lozanê li Amedê, li Hola Sumer Parkê konferanseke bi navê ‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’ li dar xist.

Akademîsyen Dr. Arzû Yilmaz, Dr. Bayar Dosky û Dr. Yaşar Abdulselamoglu wek axêfer beşdarî konferansê bûn. Moderatorê Konferansê Mehmet Vûral bû.

Li gel germa havînê û qanûna şerdên awarte jî, hola konferansê ji alîyê qelebalixîyeke baş ve hatibû dagirtin.

Nûnerên ENKS, PSK, HAKPAR, PDK BAKUR, OSP, DBP, HDP, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Baroya Amedê, Cemîyeta Mafê Mirov,DDKD, DOGUNSIAD, Odeya Malî Muşawîran, Komeleya Şêx Seîd, Komeleya Sîlwanîyan û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û gelê me beşdarî konferansê bûn.

Gelek telewîzyon û dezgahên ragehandinê eleqeyeke baş nîşanî konferansê dan.

Konferans li gel sirûda bi ‘’ey raqîb’’ê, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi axaftineke kurt, xêrhatina beşdaran kir û di derbarê rewşa heyî û Peymana Lozanê de bîr û rayên xwe anî ziman.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik axêferên Konferansê di derbarê Peymana Lozanê de axafîn. Piştî axaftinan navberek hate dayin. Piştî navberê beşdaran pirsên xwe ji axêferên konferansê re kirin. Beşdaran eleqeyeke mezin nîşan dan û pirs û bersîvên hatin dayin, konferans dewlemendtir kir.

Konferansa ‘’Peymana Lozanê û Kurdistan’’, 3 saeta berdewam kir û awayekî berhemdar û serkeftî bi dawî hat.

lozan.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin