PAK: Em midaxaleya Zafer Partîyê ya li dijî xebatkarên Kurdistan24 TVyê şermezar dikin

PAK: Em midaxaleya Zafer Partîyê ya li dijî xebatkarên Kurdistan24 TVyê şermezar dikin

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) têkildarî peyamnêrê Kurdistan 24ê yê ku civîna çapemeniyê ya Serokê Giştî yê Partiya Zafer Ûmît Ozdag dişopand, lê hat astengkirin de şermezar kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Em midaxaleya Zafer Partîyê ya li dijî xebatkarên Kurdistan24 TVyê şermezar dikin

İro di dema civîna çapemenîyê ya namzetê Serokkomarîyê Kemal Kliçdaroğlu û Serokê Zafer Partîsîyê Ümit Özdağ da rêvebirên Zafer Partîsîyê nehiştên nunerên Kurdistan 24 TVyê beşdarî civîna çapemenîyê bibin. Ev helwesta bi hest û hişmendîya nîjadperestî pêk hatîye, nîşana dijayetîya kurdan û dijâyetîya azadîya çapemenîyê ye.

Em vê midaxeleya nîjadperest şermezar dikin.

Em li gel xebatkarên Kurdistan 24 TVyê ne

24.05.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin