PAK: Em Îhsan Nûrî Paşa Bi Giramî Bibîrtînin

PAK: Em Îhsan Nûrî Paşa Bi Giramî Bibîrtînin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) bi daxuyaniyekê Îhsan Nûrî Paşa bibîranî.

A+A-

"Îhsan Nûrî Paşa , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû. 

Îhsan Nûrî Paşa General û rêberê leşkerî yê serhildana Çîyayê Agirî û yek ji damezranerê Xoybûnê bû. 

Îhsan Nûrî Paşa di jîyana xwe de her jibo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir, tekoşa.. Piştî Serîhildana Agirîyê, Îhsan Nûrî Paşa neçar dimine berê xwe dide Îranê. 

Îhsan Nûrî Paşa ji berîya 44 salan, di roja 25.03.1976an de, li Îranê di qezayeke trafîkê de koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê. 

Em di salvegera koça dawî ya wî ya 44an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bi giramî bibîrtînin."

 

25.03.2020

 

Buroya Çepemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin