PAK: Em bangî cîhanê dikin gelê Kurd rû bi rûyî jenosîdê nehêlin

PAK: Em bangî cîhanê dikin gelê Kurd rû bi rûyî jenosîdê nehêlin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê vekişîna Amerîkayê û operasyona Tirkîya ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir: Em bangî cîhanê dikin gelê Kurd rû bi rûyî jenosîdê nehêlin

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

 

Serokê Emerîkayê Donald Trump, bi biryara xwe ya ku di roja 07.10.2019an de aşkere kiribû, rê ji Dewleta Tirkîyeyê re vekir ku, Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

 

Ev biryara Donald Trump, li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bi jenosîdekê jî rû bir û dihêle.Aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi gotinên ‘xeterîya terorê’ , dixwaze nîyet û plana xwe ya dagir kirin û jenosîdê veşêre. Dewleta Tirkîyeyê, dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike, 3 milyon Ereban li wê derê bicîh bîke û bi vê rêyê jî, hem dixwaze hemû destkeftîyên heyî ji holê rake, hem jî dixwaze demografîya wê derê biguherîne, yekpareyîya erdê Rojavayê Kurdistanê têk bide, jenosîdekê pêk bîne.Dewleta Tirkîyeyê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê ‘Kemera Erebî’ bi awayekî berfirehtir bi cîh bîne, da ku Kurd li ser axa xwe bibin kêm netewe.

 

Donald Trump di daxuyanîya xwe ya ewil de, dîyar dike ku, berpirsîyarîya şerê li dijî DAIŞê dixe sitûyê Dewleta Tirkîyeyê. Ev jî nîşana peymaneke di navbera Trump û Erdoganî de ye.Trump bi vê helwesta xwe ked û bedelên gelê Kurd yên li dijî DAIŞê tune dihesibîne û DAIŞê teslîmî dewleta herî dawî ku DAIŞ bo wê bê teslîm kirin dike.

 

Trump bi biryara xwe ya ku rê ji dagir kirina Rojavayê Kurdistanê re vedike û bi teslîm kirina DAIŞê ya ji bo Erdoganî, di nav xeletîyeke dîrokî de ye.Ev biryara hem dê gelê Kurd tûşî jenosîdekê bike, hem jî dê rê ji qetlîam û xeterîyên rêxistinên terorî yên wek DAIşê re jî xweştir bike.Ev xeterî , xeterîyeke li ser hemû gelên herêmê û cîhanê ye.

 

Li himberî vê helwesta Trumpî ya ku dest ji piştgirîya Kurdan berdide û wan rû bi rûyî qetlîaman dihêle, cîhê dilxweşîyê ye ku li Emerîkayê hêzeke mezin ya sîyasetmedaran li dijî vê biryara Trumpî ya rê ji dagirkirina Rojavayê Kurdistanê re vedike ne.

 

Herweha ew Twîta ku vê dawîyê Trumpî parve kirîye ya ku Tirkîyeyê tehdît dike, her çiqas wek nîşan bêîstîkrarîya wî tê dîtin jî, di eslê xwe de erênî ye.

 

Em daxwaz û hêvî dikin ko Kongreya Emerîkayê vê biryara Trumpî dê îptal bike û dê rê nede ku Dewleta Tirkîyeyê Rojavayê Kurdistanê dagir bike û jenosîdekê li ser gelê me pêk bîne.

 

Em bangî gelên cîhanê dikin: Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê şerekî mezin , bi bedelên mezin meşand. Serkeftina Kurdan ya li himberî DAIŞê , bû sebep ku xeterîyeke terorî ya mezin ji ser serê hemû gelên cîhanê rabe.Ji ber vê yekê jî divê gelên cîhane gelê Kurd bi tenê nehêlin.Divê zextê li ser UN, Yekitîya ewrûpa, Emerîka , Rûsya û dewletên cîhanê bijdînin da ku ev dewlet ûdezgehan Kurdan bi tenê nehêlin.

 

Em bangî UN, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka, Rûsya û hemû dewletên cîhanê û dezgehên sivîl yên hiqûqa nevnetewî qebûl kirine dikin ku rê nedin dagir kirina Dewleta Tirkîyeyê, rê nedin jenosîdeke nû li ser gelê Kurd bê pêk anîn.

 

Rêvebirên Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinên li gel berpirsên dewletên cîhanê de balê dikşîninser xeterîya ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rû bir û ne. Herî dawî, Rêzdar Serok Mesud Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Rusyayê Lawrow de careke din dilgiranîya xwe ji rewşa Rojavayê Kurdistanê anî ziman û ji Rûsyayê daxwaz kir ku Rûsaya gelê kurd bitenê nehêle. Lê divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû partîyên sîyasî û dezgehên heyî xebateke hîn aktîftir bimeşînin da ku rê li ber jenosîdeke nû bê girtin.

 

Aşkereye ku li himberî plan û hewesên dagirkirinê û jenosîdê yên Dewleta Tirkîyeyê, hêza herî mezin yekgirtin, tifaq û li hev xwedî derketina navxweyî ya gelê me ye. Ji ber vê rastîyê, berîya her tiştî, em bangî TEVDEM, PYD, ENKS û hemû partîyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku , hemû pirsgirêk û nakokîyên di navbera xwe da deynin alîyekî û ji bo tesbît kirina siyaset, stratejî û nexşerêyeke hevbeş demildest bêne cem hev.

 

Ji bo ku gelê me li himberî vê hewla dagirkirinê bi awayekî yekgirtî helwesteke rast bigire û ji bo ku di hevdîtinên di derbarê Qanûna Bingehîn a Sûrîyeyê ya Nû de Kurd bikaribin mafên xwe yên netewî bi cîh bînin, gava yekem ew e ku Mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê li gorî şerdên îro bêne bi cîh anîn.

 

Helwest û sîyaseteke netewî, demokratîk ya hevbeş ya hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê û yên her çar perçeyên Kurdistanê dê piştgirîya cîhanê jî zêdetir û xurtir bike.

 

Li Bakurê Kurdistanê jî pêwîstî bi tifaq û hevkarîyên ku prensîb û nirxên netewî, demokratîk, niştimanî ji xwe re bike rêbaz û bike bingeh heye. Kurd û Kurdistanî heta ku li ser prensîbên netewî, demokratîk yên bingehîn wek alîyekî tifaqa xwe daneynin , li himber êrîş û planên Dewleta Tirkîyeyê yên pir alî yên li himber Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê her dê lawaz bin, dê bê parastin bimînin.

 

Em careke din bangî dewleta Tirkîyeyê jî dikin: dest ji vê siyaset û hewesa xwe ya xwe ya dagirkirinê, şer û jenosîdê berde. Dewleta Tirkîyeyê divê li her çar perçeyên Kurdistanê jî hebûn û mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd qebûl bike û li gorî vê rastîyê bi nêrîneek nû, maqûl û aştîyane rêya çareserîyan veke.

 

Em bangî hemû gelên Tirkîyeyê, hemû alîyên demokrat, yên li dijî şer û qetlîaman e dikin da ku ji vê sîyaset û hewesên Dewleta Tirkîyeyê yê dagirkirinê û jenosîda gelê Kurd re bêjin ‘na’.

08.10.2019

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin