PAK: Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya Kodetaya 12yê Îlon a 1980yî ve tê îdare kirin

PAK: Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya Kodetaya 12yê Îlon a 1980yî ve tê îdare kirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 39mîn salvegera darbeya 12yê îlona 1980yî peyamek belav kir.

A+A-

Di 12yê Îlona 1980yî de Artêşa Dewleta Tirkîyeyê  bi Serokatîya Kenan Evren ê Serok Erkanê Giştî yê Artêşa Tirkîyeyê  darbeyeke leşkerî(Kodeta)ya faşîst  li dar xist.

Piştî  darbeya 12yê îlona 1980yîli Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi sedhezaran kes hatin desteser kirin; hatin îşkence kirin. Bi deh hezaran kes neçar man welatê xwe terk kirin. Bi sedan kes hatin kuştin, hatin îdam kirin.Bi deh hezaran kes hatin hefs kirin.

Hemû partîyên sîyasî, sendîka, dezgehên sivîl , hemû dezgehên mixalîf yên çapemenîyê hatin  qedexe kirin.

Armanca esasî ya darbeya 12yê îlona 1980yî,  rê li ber girtina pêla xurt ya doza azadîya Kurdistanê û şikandina têkoşîna azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê bû.

Kodetaya 12yê îlona 1980yî darbeyeke mezin li tevgera netewî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê û tevgera demokrat, azadîxwaz, çep  ya li Tirkîyeyê xist.

Piştî Kodeta ya 12yê Îlona 1980yî, zilm û îşkence û hovîtî û qetlîamên ku li Zîndana 5 Nolû ya Diyarbekirê li girtî û hefsîyan hate kirin ,  ji kiryarên Faşîzma Hîtlerî ne kêmtir bûn.

Lê weke hemû hewlên berê yên Dewletên Tirkîyeyê,  Kodetaya 12yê îlona 1980yî  jî nikarîbû têkoşîna doza azadîya Kurdistanê rawestîne.

Dewleta Tirkîyeyê di salên 1990î de jî, gava doza azadîya Kurdistanê pêşve çû, bi wê hişmendîya Kodetaya 12yê îlona 1980yî, li himberî gelê Bakurê Kurdistanê û demokrat û azadîxwazên li Tirkîyeyê şerekî qirêj meşand. 17.000 hezar kes bi destê Dewleta Tirkîyeyê, bi navê ‘faîlî meçhûl’ hatin qetil kirin. Neheqî, îşkence, zilm û bêbextî û qetlîamên di dema ‘faîlî meçhûl’an de hatin kirin , ji yên dema Kodetaya 12yê îlona 1980yî jî bihurîn.

Dewlet Tirkîyeyê, îro jî êdî ne bes li Bakurê Kurdistanê, herweha li himberî  Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, her bi wê hişmendîya Kodetaya 12yê îlona 1980yî tevdigere.Dewlet Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya dijayetîya miletê Kurd, ji bo ku Kurd li tu derê cîhanê tu statuyeke sîyasî, tu mafên netewî bidest nexin, êrîş û neheqî û kuştin û dagirkirin û karên wêrankarîyê didomîne.

Belê,  hişmendîya darbeya 12yê îlon  a 1980yî îro jî berdewam e. Dewleta Tirkîyeyê îro jî bi hişmendîya darbeya 12yê îlon  a 1980yî  tê îdare kirin

 

Dewleta Tirkîyeyê 39 sal berê, bi  Kodetaya 12yê îlona 1980yî xwest doza gelê me ya azadî û rizgarîyê ji holê rake; lê îro doza azadîya Kurdistanê her berdewam e.

Dewleta Tirkîyeyê, ev e 96 sal e ji wê sîyaseta xwe ya şer û qetlîam û neheqî û bi dijayetîya Kurdan ve hûnandîye têr nebûye û tu dersan jî ji şikestxwarinên xwe dernexistîye.

Mixabin berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema Kodetaya 12yê îlona 1980yî nehatin darizandin.Piştî ku ew nehatin darizandin; berpirsên kuştin û îşkence û xerabîyên di dema ‘faîlî meçhûlan  jî nehatin darizandin. Ji ber ku duhî hesab ji kesî nehatîye pirsîn, îro jî berpirsên Dewleta Tirkîyeyêbi hevalbendî û alîkarîya  rêvebirên dema‘faîlî meçhûl’an  her êrîş û kuştin û neheqîyên xwe didomînin.

Lê ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê dê negihêje tu encameke ku ew xeyal dikin.Doza azadîya Kurdistanê bi rê û rêbazên meşrû, sivîl, sîyasî dê bigihêje armanca xwe ya meşrû.

Ji ber vê  rastîyê jî, em bi minasebeta 39emîn salvegera Kodetaya 12yê îlona 1980yî careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji vê sîyaset û hişmendîya pûç berdin. Dest ji şerî, ji binpê kirina azadîya ramanî û rêxistinîberdin. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsa azadî, demokrasî û edaletê ne pirseke terorî ye; pirseke sîyasî ye û çareserî jî her bi rêyên guftûgoyan , bi rêyên sîyasî divê bêne peyda kirin.

Di 39emîn salvegera wê de, em bi hemû kiryar û  hovîtî û encamên wê ve, Kodetaya 12yê Îlona 1980yî careke din rûreş dikin.

12.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin