PAK: 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

PAK: 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî bi peyamekê pîroz pîroz kir: Rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

A+A-

Peyama PAKê wiha ye:

“Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan hew karibû derxista, ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsreyê û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê, li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).

Dîroka rojnamegerîya Kurdî de beşa herî girîng a gelê kurd ya sedsala me ye. Bi îfadeyeke din derketina rojnameyên Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina millî ya modern a gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.

Çend sal piştî derketina rojnameya Kurdî ya pêşîn (Kurdistan,1898), rêxistina netewî ya pêşîn (Kurdistan Azmî Qewî Cemîyetî-1900) jî ava bû. Ji wê rojê ve jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd mil bi mil heta îro hat û îro jî her bi awayê neteweparêzîyê berdewam e û dimeş e.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.

Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.

Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn.

Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Bi vê minasebetê, em hemû rojnamevanên Kurdên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi giramî bibîrtînin û dibêjin roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be.”

22.04.2020
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin