PAK: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be

PAK: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) jiber Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî peyamek belav kir.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) jiber Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PAK wiha got:

“Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja

Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.


 

Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî/Kirmanckî) de tuşî zilm û neheqî, hewla asîmîlasyonê nebûye.

Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin.


 

Niha di derbarê perwerdeyê û di weşangerîyê de hinek gavên erênî hatine avêtin. Lê hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.


 

Bi sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salane hatîye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e.


 

Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jîyana rojane de bibe zimanê me yê esasî. Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jîyanê de pêk bînin.


 

Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz dibistan û kursên taybet yên perwerdeya bi kurdî dikin vekin.


 

Roja Zimanê Zikmakî bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî resmî.


 

21 ê Sibatê de her Kurdek divê bi zimanê dayika xwe biaxive.


 

21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî. 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Be


 

Zimanê Me Hebûna Me Ye!


 

Em Kurdî Fêr Bibin!”

21.02.2020


 

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

whatsapp-image-2020-02-21-at-08-36-43.jpeg

whatsapp-image-2020-02-21-at-08-36-54.jpeg

whatsapp-image-2020-02-21-at-08-37-29.jpeg

whatsapp-image-2020-02-21-at-08-37-09.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin