Ozturk Turkdogan: Bi qeyûman îradeya Kurdan hatiye zeftkirin

Ozturk Turkdogan: Bi qeyûman îradeya Kurdan hatiye zeftkirin

Ozturk Turkdogan: Bi qeyûman îradeya Kurdan hatiye zeftkirin

A+A-

Hevserokê Komelaya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan ragihand ku “Di bin navê  qeyûman de îradeya dengdêrên Kurd hatiye zeftkirin û berbijêrên ji aliyê wan ve hatine hilbijartin hatine girtin.”

Îro Şemiyê 9ê Cotmeha 2021ê 20emîn civîna asayî ya Desteya Giştî ya Komeleya Mafên Mirov li  Salona Konferansan a Navenda Giştî ya Weqfa Haci Bektaşi Veli li Enqerê hat sazkirin. Di civînê de Hevserokê Komeleya Mafên Mirov Ozturk Turkdogan li ser pirsa Kurd û serdema şer û aloziyên li Tirkiyê axivî.

Ozturk Turkdogan amaje bi wê yekê da ku li Tirkiyê hinek alî serdema şer û pevçûnan sala 2016an pêşan didin, lê ya rast 24ê Tîrmehê 2015an destpêkiriye û got: “Ev 6 sal in bê navber serdema şer û aloziyan berdewam e. Rewşa Awarte di wê demê de 2 salan bê navber li seranserî Tirkiyê hat ferzkirin. Ez dixwazim tevî serdema Coronayê zehmetiyên berevaniya li binpêkirinên mafên mirov bînim ziman.”

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan bal kişand ser danîna qeyûmên bo ser şaredariyên HDPê û got: “Li Tirkiyê qada şer û pevçûnan berfireh bûye. Di bin navê qeyûman de îradeya dengdêrên Kurd hatiye zeftkirin û berbijêrên ji aliyê wan ve  hatine hilbijartin hatine girtin.”

Ozturk Turkdogan derbarê pirsa Kurd de jî got: “Tirkiye dê pirsa Kurd qebûl bike û bi rêya diyalog û danûstandinê ligel muxetaban vê meseleyê nîqaş bike. Opozîsyona siyasî û civakî ya Tirkiyê, tevgera aştiyê û tevgerên girseyî yên demokratîk ji bo çareserkirina pirsa Kurd xwedî hêz in.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin