Oznurê ji bo George Floydî straneke bu kurdî amade kiriye

Oznurê ji bo George Floydî straneke bu kurdî amade kiriye

.

A+A-

Gotinên strana bi navê “Hevalê Reş” ji kurdî wergerandine tirkî, ingilîzî û almanî.

Muzîkjen Oznurê bi navê "İz" (Rêç) albûmek amade kiriye. Di vê albûmê de çar stran hene ku yek jê jî bi kurdî ye. Oznurê strana xwe ya bi kurdî ya bi navê  “Hevalê Reş” ji bo George Floydî çêkiriye. Floydê ku di 25ê Gulana 2020an de polîsan pê li stûyê wî kiribû û ew li Minnepolîsa DYAyê kuştibû.

Ercan Şekerî gotinên stranê nivîsandiye û Oznurê di stranê de muzîka Alî Papûrî bikar aniye.

Muzîkjenê alman, Christian Walterî aranjoriya stranê kiriye û her weha li gelek amûrên muzîkê daye. Gotinên stranê ji kurdî wergerandine tirkî, ingilîzî û almanî.

Stran bi forma jazzê hatiye amadekirin û hunermendê xwestiye hemqederiya kurdan û reşikan nîşan bide.

Stranên din ên albûmê jî bi vî navî ne: "Gidiyorsun", "Hay hay", "Soluğum".

Oznurê bi van gotinan behsa stranê kiriye:

“Dema polîsekî amerîkayî serê George Floydî xist bin çongê xwe û wî fetisand, jiyanek dikin qurbana rengekî. Ne ji ber hêrsa wê demê bû ku ew çong bi hêrs pê li stûyî dikir, tişta me şahidî jê re dikir, derbirîna nîjadperestiyê bû ku di tevahiya dîrokê de komî ser hev bûbû û xwe mezin didît.

“Ji ber min ev tişt nizanî, min xwest ez destê xwe dirêj birim û bixim bin serê li kolanê ye, bêhnê bidime wî…Min xwest nalîna wî bigihînim cîhanê…Bikim hawar û qîrîn…Min xwest jiyaneke nû diyariyî hemû cîhanê bikim. Paşê bibim lehiyeke ji hêrsê, bifûrim û hemû nîjadperestên heyî tune bikim…Lê nebû…Georgî çavên xwe xiste çavên me û ji me xatir xwest…Aha di wê demê de gotinên vê stranê kete nav kefa destê me ya bûye kulm…

“Paşê qutiyên plastîk li wicdanê min asê bûn. Hestiyên mirovan ên di nava qutiyan de avêtine ser hev. Weke ku ew hestî neh mehan di nava zikê dayiyekê de kêlî kêlî mezin nebûne, jiyan biçûk biçûk, hûrik hûrik ji dêya xwe nestendiye. Ti şop nîne… Weke her miribin…Weke lodên hestiyên hişkole, her yek ji wan xistine qutiyeke plastîk a biçûk û li bin rêya Kilyosê binax kirine. Lê çavê wan dayikan her şev li ser ekranên televizyonan e, guhên wan li telefonan e… Deriyên xwe vekirî dihêlin bê ka wê li ku û çawa xebera ne ji xêrê were li beramberî wan bisekine. Weke ku bêxwedîne ew hestî di bin rêyê de binax kirine. Aha di wê kêliyê de wijdanê me her du parzemîn gîhand hev…

“Her gava ku serê George Floydî li ser wê asfaltê didewisandin êşeke mezin di hestiyên di bin rêyê de peyda dibû…Her gava ku bêhn li George-î diçikiya bêhn li wan kestiyan jî diçikiya. Ew hilma germ a George-î dibe ku ji asfaltê bihurî û gihîşt wan hestiyan.

“Bi zimanê xwe ne ji bo xwe, lê ji bo George-î zêmar digotin. Dikaribûn bi hev re jiyanek ava bikin lê mirinê her du gel gihandibû hev…Kurd û Reşik…Yên hatibûn kuştin, bê gor hatibûn hiştin, kevirên gorên wan hatibûn şikenandin…” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin