Ozçelîk:"Divê Kurd jî li ser nirxên hevbeş, rêbazên nû peyda bikin"

Ozçelîk:"Divê Kurd jî li ser nirxên hevbeş, rêbazên nû peyda bikin"

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber qeyranên aborî, dadî û siyasî hilbijartinên pêşwext her di rojevê de ye. Siyasetmedarên Kurd, rewşa li Tirkiyeyê û partiyên siyasî yên Kurd nirxandin û balê kişandin ku li Tirkiyeyê mafên Kurdan yên demokratîk, bi awayên bê hiqûqî tên binpêkirin û hemû plansaziya dewleta Tirkiyeyê jî wisa tê meşandin.

Rola dengdarên Kurd, di hemû hilbijartinên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de girîng tên nirxandin. Her carê ku hilbijartin bên rojevê, siyasetmedarên li Tirkiyeyê jî bizav û gotarên xwe li gor ku dilê Kurdan jî xweş bikin yan jî dilê wan nehêlin dibijêrin. Di van rojên ku behsa qeyrana aborî, hiqûqî û nemayîna demokrasiyê tê kirin de jî, hilbijartin di rojevê de ne.P

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk jî da zanîn ku Tirkiye bi polîtîqayên li dijî Kurdan nikare bi ser bikeve û her desthilatdariya ku di van polîtîqayan de rik bike jî zêde namîne. Ozçelîk anî ziman ku divê Kurd jî li ser nirxên hevbeş, rêbazên nû peyda bikin.

Mistefa Ozçelîk ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ji xeynî wê sunda li parlamentoya Tirkiyeyê ku dema Kurd diçin, ji wan tê xwestin xwe înkar bikin ku zilmekî ye, ji xeynê wê di van demên dawî bi polîtîqa û helwestên hikumetê nişan dide ku êdî hûn bibin parlamenter jî, şaredariyan jî bidest bixin; Em kîngê bixwazin emê hilbijartinan tune bihesbînin, şaredariyan ji estên we der bixin û parlamenteriyên we jî betal bikin. Loma jî aliyê Kurdan divê bi hişmendiyeke nû li mesleyan binihêre.”

Parlamenterê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel balê kişand ku li Tirkiyeyê mafên demokratîk, maf û azadiyan ji bo Kurdan tên rakirin û bi danîna qeyûman, di betalkirina parlamenteriya parlamenteran û di girtina partiyên siyasî yên Kurd jî; ew polîtîqa tên ditîn. Temel diyar kir ku heger hikumet ji bo dengên xwe zêde bike rêyekê bibîne dê hilbijartinên pêşwext jî bên kirin.

Tayîp Temel ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hemû hewldanên wan vala ne û çi bibe bila bibe HDP dê xurtir, mezintir û berfirehtir xebatên xwe bimeşîne û di dengdaneke nû de jî, wê bestekên siyaseta Tirkiyeyê de rola xwe bileyîze.”

Li gel ku girtina HDPê di rojevê de ye, dozên girtinê ji ber di rêziknameyên xwe de daxwaza statuyê ji bo Kurdan dikin û navê Kurdistanê, li 4 partiyên Kurd: Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Kominist a Kurdistan KKP û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye PDK-T jî dozên girtinê hatine vekirin.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, hilbijartin di rojevê de bin û şirîkên desthilatdarîyê di anketên tên kirin de piştgiriyên xwe kêm kiribin jî, pirsa girîng ew e ku dê desthilatdariya nû çawa nêzîkî pirsgirêkan bibe û di meseleya Kurdan de çawa gavan biavêje ye?

(K24)

BITÎKNE:: Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê

BITÎKNE: PAK: Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin