Ozçelîk: Maksim Gorki gotîye, “Gelê kurd bi zimanê Ereb Şemo diaxivin.”

Ozçelîk: Maksim Gorki gotîye, “Gelê kurd bi zimanê Ereb Şemo diaxivin.”

Ji malpera Nûpelê Omer Fîdan bi Osman Ozçelîk re li ser Nivîskarê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê axivî

A+A-

 

Omer Fîdan

 

Romana yekemîn a Osman Ozçelik a dîrokî ya bi navê Sêvdîn – Mîrê Kela Rebetê – ji nav weşanên Avestayê derket.

 

Li gor salnameya weşangeran, roman di demeke xweş a salê de, di demeke ku pirtûk û xwendin di rojevê de ne de, berîya Pêşaneya Pirtûkan a Amedê bi demeke kurt, bi bergekî xweş ê ku dilê mirovan dibijîne xwe, derket.

 

Çîroka ku ji çîrokekê zaye, dîroka ku ji xwe xwedî bûye, dermanekî ku ji derdan hatî dotin, gotineke têr û rehwan a ku ji xweşbêjîya kurdî baş hatî kedîkirin û gotin.

 

Çîrokeke ku dê gelek çîrokên din jê bizên, dîrokeke ku dê gelek xewnên xweş jê xwedî bibin, dermanekî ku dê gelek birînên zimên bikewîne; xweşbêjîyê bimêjîne, reşbêjîyê bikujîne; derdekî ku ne bê derman e…

 

Û bê şik û guman xweşbêjîyeke, zarşêrînîyeke têr û tijî ya ku dê gelek xwendevanên nû ji bo kurdî kedî bike, bielimîne û bikemilîne…

 

Xwe mîna çêlkeweke baskşikestî ya li ber devê marekî reş; wek karxezaleke lingşikestî ya li ber devê gurekî har ê devbixwîn his dikir (hevokek ji pirtûkê).

 

Bêguman ev pirtûk dê di demeke kin de bikeve rojeva wêjevan û wêjehezên kurd û demeke dirêj jî dê di rojevê de bimîne. Dê li ser vê pirtûkê gelek gotin bên gotin, gelek hevok bên nivîsîn.

 

Berîya pêşîyê min xwest ku ez ji nivîskar çend pirsan bipirsim, sedemên nivîsandina vê pirtûkê û hêviyên wî yên ji vê pirtûkê û ji xwendevanan, hîn bibim da ku ji bo xwendevanên di dorê de xwendin û têgihîştin hêsantir bibe.

 

Fermo, em bi hev re guh bidin dengê nivîskar…

 

Berîya ku em dest pê bikin, bi xêr û bêr be, çavên xwendevanên kurd ronî bin. Wek hemû berhemên din ên bi kurdî, ji vê berhemê re jî serkeftinê hêvî dikim, rêya wê ronî be.

 

Omer Fîdan: Di wêjeya kurdî de cihê “romana dîrokî” ku der e? Berîya ku te biryara nivîsandina vê mijar û romanê da,te kîjan romanên dîrokî yên bi kurdî xwendin û para wan a di vê biryara te de çiqas mezin e?

 

Osman Ozçelîk: Wêje beşekî ji beşên hunerên bedew e. Roman jî beşekî wêjeyê yê ciwan e. Di wêjeya dinyayê de roman; ji helbest, şano û çîrokê ciwantir e. Tê qebûlkirin ku romana yekemîn a cîhanê “Don Kîşot” a Miguel de Cervantes e ku di sala1615an de di hepsxanê de hatîye nivîsîn. Dostoyevskî ji bo vê romanê gotîye; “Ew, peyv û hizra herî dawî ya bilind a mirovahîyê ye.”

 

Roman bi giranî piştî şoreşa Fransa û pêşketina pîşesazîya Ewropa, ango di serdema desthilatdarîya çîna bûrjûwaziyê de di sedsala 19. de geş bûye.

 

Romana yekemîn a kurdî jî Erebê Şemo di sala 1935an de, “Şivanê Kurmancan” nivîsîye. Wek derengmayinekê dixuye, belê ji bo welatekî dagirkirî, ji bo zimanekî qedexekirî destpêkeke ne xerab e. Maksim Gorki piştî xwendina romana Şivanê Kurmancan gotîye, “Gelê kurd bi zimanê Ereb Şemo diaxivin.” Mirov hêza wêjeyê di vê hevoka Maksim Gorki de dibînê.

 

Bi kurdî romanên dîrokî pir nehatine nivîsîn. Pirtir wek biyografî an otobiyografi hatine nivîsîn.Ji ber ku têkilîyên me bi Başûr ve kêm in û ji ber pirsgirêka alfabeyê bi rastî nizanim li Başûr rewşa romanê di çi astê de ye.

 

Omer Fîdan: Di beşeke romanê de xemxurîya ji bo dîroka giştî; bi taybetî serdema Selahadînê Eyûbî heye; di beşeke din a romanê de jî xemxurîya ji bo qeydkirina dîroka takekesî, teslîmkirina heqê Meta Perde heye. Ji bo te sedema herî girîng a nivîsandina vê romanê çi bû?

 

Osman Ozçelîk: Meta Perde, dotmama bavê min bû. Hunermendeke çîrokbêjîyê bû. Bi sê zimanan dizanî. Gava wê çîrok digot, me bêhnçikîyayî li wê guhdarî dikir. Li odeyan cihê wê ji ên axa û mezinan bilindtir bû. Çîrokên ku wê digot, heta niha min tu wersiyonên wan ji tu kesî nebihîstîye. Min gelek çîrok jê guhdarî kiribû, mixabin em zarok bûn me bîra qeydkirin an nivîsa çîrokan nedibir. Mezinên me jî tenê guhdarî dikirin.

 

Ji wan çîrokan sê heb bi kîtekît di bîra min de man. Çendekê din jî hene belê tam biruh nayînim.Min ji wan du çîrok nivîsîne, di pêşerojê de dixwazim wek çîrok bêne weşandin.

 

Çîroka sêyemîn “Xamûr Ana” bû. Çîroka Xamûr Ana bû bingeha romana“Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê-”

 

7176.jpg

 

Omer Fîdan: Di nivîsandina romaneke bi vî rengî de herî zêde çi bi kêrî te hat? Zanîn û daneheva te ya li ser Selahadînê Eyûbî yan jî xwestek û pêdivîya te ya bi nivîsê?

 

Osman Ozçelîk: Di çîroka Xamûr Ana di demeke pir kevn de derbas dibû.  Navê lehengan tunebû. Çîroka “Keça Ciwan” û “Mîr” bû. Serleheng “Keça Ciwan” bû.

 

Gava min biryar da ku vê çîrokê bi zimanê romanê binivîsim, bêyî ku ez çîrokê xera bikim, min ji nû ve çîrok hûna.Leheng bi nav, bi ruh û can kir. Dem jî dê serdema sedsala 12an bûya. Bi vê wesîleyê min ê behsa Şeddadîyan, Merwanîyan û Eyûbîyan bikira. Bi taybetî jî Şêrgo û Selahaddin. Mîrê çîroka me, Mîr Sêvdîn bû şervanekî Selahaddîn. Divîya me ne bi çavên dagirkeran, bi çavekî welatperwerî li dîroka xwe binihêrîya.

 

Omer Fîdan: Ev pirsa klasîk xwe dide pirsîn: Lêkolînerîya te te kir romanûs an jî romanûsîya te te kir lêkolîner?

 

Osman Ozçelîk: Ev roman li ser rastîyên dîrokî, pevxistineke hûnandî ya wêjeyî ye. Heke dê romaneke dîrokî bihata nivîsîn divîya lêkolîneke qenc bihata kirin. Ji lêkolînan hez dikim. Berê jî min li ser bingeh û avakirina nîjadperestîya tirk, pirtûka “Şaristanî û Nîjadperestî” nivîsî bû.

 

Romanûsîyê lêkolîn; lêkolînê jî roman kûr kir. Bi hevre meşîyan.

 

Omer Fîdan: Di romanê de gelek hûrgilîyên dîrokî yên serdema Eyûbîyan û di nav bûyerên wê serdemê de jî toreke berfireh heye. Ji bo lihevanîna van agahîyan, rastbikaranîna wan û honandina wan xwendineke bi bêhnfirehî û matematîkeke baş hewce dike. Amadekarî û danehevên ji bo nivîsandina vê romanê çend roj/meh/sal ajotin û kêm zêde te çiqas/çend rûpel xwend?

 

Osman Ozçelîk: Bi rastî nivîsîna romaneke dîrokî berpirsiyarîyeke giran e. Her çiqas roman, pevxistineke wêjeyî be jî  divê rastîya bûyerên dîrokî neyên texrîfkirin. Nêzî du salan min tenê dîroka sedsala 12an a herêmê xwend. Bi taybetî li ser Selahaddîn hema bêje çi hatibe nivîsîn min xwendin. Du caran ji romanê bêtir min not girtin, nakokîyên heyî min neqandin.

 

Di dawîya romanê de min navê hinek çavkanîyan daye. Gotar û nûçeyên ku min xwendin jî bi qasî wan e. Bi tevahî dikarim bêjim min 15-20 hezar rûpel xwend. Di serî de min kronolojiya bûyerên ku ez ê vebêjim, ji pirtûk û ansîklopedîyan derxistin ku tiştekî şaş neyê nivîsîn. Kronolojî tenê 3 rûpel girt. Paşê min dest bi nivîsê kir. Bi keda çar salan roman qedîya.

 

Omer Fîdan: Lingekî romanê li ser dîrokê ye, lingê din li ser çîrokê ye. Te çiqasî dikaribû ku tu dîrok û çîrokê ji hev cuda bikî? Yan jî hewleke te ya bi vî rengî hebû?

 

Osman Ozçelîk: Wek du çîrok bi hevre bimeşin hat nivîsîn. Carinan her yek bi serê xwe, carinan jî her du çîrok di nava hev de, bi hev re, dimeşin.

 

Omer Fîdan: Ev pirs ji bo romanên dîrokî pirseke klasîk e, ez ê jî bipirsim: Bûyerên di vê berhemê de rastî ne yan lihevanîn in?

 

Osman Ozçelîk: Lehengên dîrokî, bûyerên dîrokî hemî bi rastîya dîrokê ve girêdayî ne. Çîroka lehengên din hatin afirandin. Çîroka eşqeke bi êş…Xwendevan dizanin ku roman dîrokî be jî, bi xwe ne dîrok e. Dîrok zanistek e, wêje zanisteke cuda ye. Em dikarin bêjin ev roman çîrokeke wêjeyî ya dîrokî ye.

 

Omer Fîdan: Ligel ku Selahadînê Eyûbî lehengekî gerdûnî ye û kurd e jî, piranîya kurdan dibêjin ji ber ku li ser navê kurdan û kurdbûnê tiştek nekirîye wî wek fîgurekî dîrokî yê kurd û kurdewar nabînin. Di vê romanê de em bêhtir wî wek kurdekî dibînin;kurdewarîya wî, têkilîya wî ya bi kurdan û çanda kurdan re, hwd. Gelo di vê berhemê de hewleke te ya taybet a ji bo şikandina pêşdarazîyên li hemberî Selahadînê Eyûbî heye yan na?

 

Osman Ozçelîk: Mixabin li ba me kurdan hişmendîya netewebûnê dereng destpêkir. Ev derengmayîn bû sedema êş û azarên giran. Netewebûn, bi lêxwedîderketina nirxên neteweyî pêkan e. Me di wextê de, têr, xwedîtî li nirxên xwe yên neteweyî nekir. Selahaddîn jî nirxekî gelê me bû. Pirsa “Çima wî ji me re dewletek ava nekir?” ne pirseke di cih de ye.

 

Di serdema sedsala 12. de tu “netewe dewlet” tunebûn. Malbatekê an eşîrekê bi hukmê zorê, bi talanê; erdên xwe fireh dikirin, zengîn dibûn, mezin dibûn. Ji bo motîvekirina şervanên xwe yên bi pere, bi giranî “dîn” bikar dianîn. Rewş ne tenê bo misilmanan, bo xiristîyanên Ewropa jî wisa bû. Di nav pêşeng û şervanên ku derketibûn “Seferên Xaçparêzan” ji her gelî mirov hebûn. Armanca wan a fermî parastina dînê Îsa Mesîh bû. Armanca rastîn jî talan bû, zengînbûna kont û ruhbanên xiristîyan bû.

 

Ne Selçûqîyan, ne Zengîyan ne jî Osmanîyan li ser navê tirkbûnê dewlet ava nekiribûn. Belê tirk xwedîtîyê li wan dikin, ji xwe re dîrokeke ku fexra xwe pê bînin saz dikin.

 

Eyûbî jî kurd bûn û ji xwe re împeratorîyek ava kiribûn; wek Selçûqîyan, wek Osmanîyan. Selehaddîn fermandar û şervanên xwe pirtirîn ji mîr û begên kurdan hildibijart. Nasnameya xwe wek kurdekî misilman dabû qebûlkirin. Min xwest ev rastî derkeve holê û em xwedîtîyê li vî nirxê xwe bikin ku di destê ereb û tirkan de nemîne.

 

Omer Fîdan: Bi giranî, nivîskar di berhemên xwe de parçeyekî ji xwe jî bi cih dikin. Ji Osman Ozçelik çi di vê romanê de heye?

 

Osman Ozçelîk: Bêguman di karakterê her lehengekî romanêde parçeyek ji nivîskar û kesayetên ku nas kirîye, heye.

 

Omer Fîdan: Hey ku min ev pirsî, ez vêya jî nepirsim nabe; wek kesekî piralî yê ku jîyaneke têr û tijî jîyaye-dijî, gelo niyeta te heye ku tu bîranînên xwe yan jî jînenîgarîya xwe binivîsî?

 

Osman Ozçelîk: Ango tu dixwazî bêje, “Tu îxtiyar bûyî, jînenigarîya xwe binivîsî?” Niha di malpera “Nûpel. net” de gotaran dinivîsim. Hinek bîranînên min bi zimanekî mîzahî dibe mijara gotarê. Berîya jînenîgarîyê, tiştên ku ez binivîsim hene. Dixwazim bo wêjeya kurd berhemên nû binivîsim. Di tûrikê min de gelek tişt kom bûne. Belkî paşê…

 

Omer Fîdan: Înca nivîskarî bila li alîyekî bimîne; pirsa xwe ji xwendevanekî baş ê wêjeya kurdî bikim; pirsgirêka herî beloq a wêjeya kurdî li gor te çi ye? Û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi kurtasî tu dikarî çi pêşnîyazê bikî?

 

Osman Ozçelîk: Xwendin… Xwendin… Xwendin. Xwendina kurdî û xwendina wêjeya cîhanî. Divê bê zanîn ku heta mirov têr nexwîne divê nenivîse. Ji nivîskarên ciwan bi hêvî me û kêfxweş im ku berhemên di asta wêjeya cîhanê de, dinivîsin.

 

Omer Fîdan: Li gor te xwendevanên kurdî ji bo çi divê teqez vê romanê bixwînin? Bi hevokekê-du hevokan…

 

Osman Ozçelîk: Teqez?.. Naa… Nikarim tiştekî wisa bêjim. Belê heke vê romanê bixwînin, bawerim dê bigihêjin çêja zimanê xwe yê şêrîn.

 

Omer Fîdan: Dîsa wek usûleke hevpeyvînê, gotineke dawîn a ku tu bi taybetî dixwazî bibêjî, tiştekî ku di dilê te de mabe heye?

 

Osman Ozçelîk: Berê, ji bo vê hevpeyvînê spasîya te dikim û hêvîya min ew e ku kedkarên ziman û wêjeya kurdî, qedr û qîmeta hev bizanibin.

 

Ev hevpeyîvîn ewil li malpera Nûpelê hatîye weşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin