Ozçelik ji Rûdawê re axivî: Divê partîyên Kurdan girîngîyê bidin mafên netewî

Ozçelik ji Rûdawê re axivî: Divê partîyên Kurdan girîngîyê bidin mafên netewî

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand, divê partîyên Kurdan girîngîyê bidin mafên netewî derîyê wan ê danûstandinan li ser hinek bingehên esasî ji her partîyê re vekirîye.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê peywendîyên di navbera partîyên Bakurê Kurdistanê û mercên xwe yên hevdîtinan de axivî.

 

Mistefa Ozçelîk da zanîn ku îro 9ê Hezîranê, Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û şandeyek ku ji parlamenter û rêveberên HDPê pêk dihat îro serdana bajarê Amedê kirin, û berî du rojan HDPê ligel PAKê peywendî danîye ku xwestîyê hevdîtinê ligel wî jî bike, lê ji ber ew li Amedê nebûye, ew hevdîtin bo demeke din hate paşxistin.

Ozçelik dîyar kir ku ew weke PAK, sîyaseta xwe li dijî alîyekê birêve nabin, lê ji bo danûstandinan prensibên wan hene û got ku berî niha ji bo tifaqeke neteweyî HDPê ji wan re jî pêşniryar birîye, lê ji ber ku HDP ne partîyeke netewî û Kurdistanî  ye ew xwe weke partîyeke Tirkîyeyî dibîne, ew rast nabînin ligel wê partîyê, tifaqeke neteweyî ya Kurdî pêk bînin, bi gotina wî çimkî tifaqa neteweyî ya Kurdî di navbera partîyên Kurdistanî de dibe.

Serokê PAKê destnîşan kir ku eger HDPê  weke partîyeke Tirkîyeyî, daxwazên gelê Kurd ên rawa biparêze ew dikarin ligel wê jî danûstandinan bikin û derîya wan ji her partîyeke re vekirîye ku rêz li mafê gelê Kurdan bigirin.

Ozçelik di berdewamîya xwe de got: “Eger armanca pêknaîna tifaqa neteweyî be, divê prensibên neteweyî bibin bingeh weke hebûna Kurdistanê, hebûna Ala Kurdistanê, hebûna gelê Kurd, hebûna mafê statuyeke sîyasî û lixwedîderkitina nirxên neteweyî hinek tiştên din e. Em dibêjin li ser vê yekê hemû alîyên Kurd û Kurdistanî dikarin bêne ba hev û tifaq û hevkarîya dikarin bikin.”

Herwiha Ozçelik da zanîn ku li Tirkîyê jî kîjan partî yan alî, bikare azad û  dadmendîyê pêş bixe û mafê Kurdan jî bixe nav bernameyên xwe weke PAK amade ne ligel danûstandinan bikin.

Sîyaseta HDPê, Ozçelik weke “sîyaseteke şêlo” pênase kir û derbarê vê yekê de got: “Me weke PAK her tim danîna qeyûman û girtina parlamenteran şermezar kirîye, lê divê em vê yekê baş bizanin ku ev sîyaseta HDP dimeşînê di eslê xwe de sîyaseteke şêlo ye. HDP xwe weke partîyeke Tirkîyeyî pênase dike, lê ji bilî Kurdan ti kes piştgirîya wê nake. Divê em wê rastîyê bibînin ku li nav civaka Tirkîyê de ti beramberîyekî wê nîne. Lewma tişta girîng ew e ku em weke alîyên Kurdan, li ser hinek daxwazên mequl weke hebûna Kurdistan û gelê Kurd, jixwe ev di dema Osmanîyan û damezrandina Komara Tirkîyê de jî hene, ji ber vê yekê ew nedaxwazên ku neyên qebûlkirin.

HDP her çend xwe weke partîyeke Tirkîyeyî pênase bike jî divê xwedî li van nirxan derbikeve. Madem dibêje ez nûnerê hemû pêkhateyên li Tirkîyê me, li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 25 milyon Kurd hene divê li wan û daxwazên wan jî xwedî derbikeve.”

Ji bo temaşekirina videoyê bitikînin

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin