Oxfam: Ji ber Coronayê 160 milyon kesên din hejar bûne

Oxfam: Ji ber Coronayê 160 milyon kesên din hejar bûne

.

A+A-

 Rêxistina Oxfamê ku armanca wê ya serekî rûbirûbûna hejariyê ye, dibêje  Corona bûye sedem ku dewlemend zêdetir dewlemend bibin û ji ber Coronayê 160 milyon kesên din hejar bûne.

Rêxistina Oxfamê daxwazê ji hikûmetên welatan dike ku bo yek carê bi rêjeya ji sedî 99 bacê ji dewlemendan werbigrin û wê dahata tê bidestxistin li xerciya dabeşkirina vaksîna bi sert welatên hejar de serf bikin ku ji ber vîrûsa Coronayê hejar bûne û di rewşeke xirab de dijîn.

Rêvebera Cîbicîkar a Oxfamê Gabriela Bucher dibêje: “Bahor wek kanekê bûye bo milyarderan, ji ber deh yekemîn dewlemendên cîhanê di dema du salên borî de serweta wan du qat bûye û ew jî di 15 salên derbasbûyî de berdewam di bilindbûnê de bûye. Zêdebûna sermayeya dewlemendan di demekê de ye ji sedî 99ê din ê xelkê cîhanê ji ber Coronayê hejartir bûne. Ew rewşeke ku bêguman nabe berdewam be. Em dibînin dewlemend geştê bo valahiya esman dikin di demekê de xelkên din ji ber bahorê hejartir dibin.”

Piştî derketina vîrûsa Coronayê, sermayeya 10 dewlemendên cîhanê di nav wan de jî Elon Musk, Jeff Bezos û Bill Gates du qat bilind bûye bo 1 trîlyon û 500 milyar dolar. Rêxistina Oxfamê daxwazê ji welatên dewlemend dike ku yasaya mafê parastina berhem bo corên vaksînê cîbicîh nekin daku vaksîn li gelek welatan bê berhemanîn û bigihe destê welatên hejar. Oxfam dibêje, li hinek welatên cîhanê wek Amerîka û Çînê bo kêmkirina derza navbera hejar û dewlemendan êdî bac li ser dewlemendan tê zêdekirin.

Gabriela Bucher herwiha got: “Ev asta neyeksaniyê ne ew e ku neyê çareserkirin. Hinek polîtîka hene ku divê bên peyrewkirin. Wê demê ku hikûmetan bo piştgirîkirina aborî bi trîlyon dolar xistin nav aborî û bazarên darayî, ji ber wê sîstema niha piraniya wan pereyan çûne berîka dewlemendan. Berovajiya wê ji sedî 99ê din ê xelkê hejartir bûne û 160 milyon kesên din ketin bin xeta hejariyê. Ev jî bûye sedem ku piraniya destkeftên berê wek kêmkirina rêjeya hejarî û kêmkirina neyeksaniya regezî ji dest bidin. Lewra divê destêwerdana rasterast û bihêz bê kirin.”

Oxfam dibêje, danîna baca ji sedî 99 li ser 10 dewlemendên cîhanê dibe sedema komkirina 800 milyar dolar ku ji xeynî dabeşkirina vaksînê bi ser wekatên hejar de, dibe di bernameyên civakî yên din de wek mijarên taybet bi rûbirûbûna guherîna keş û hewayê bên xerckirin. Rêxistina Oxfamê dixwaze bi rêya lêkolînên xwe hişyariyê bide welatan li ser zêdebûna neyeksanî û firehbûna derza navbera dewlemend û hejaran.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin