Osman Baydemîr: Keç û xortên Kurdistanê dê Ala Rengîn hildin li ser Kelha Kerkukê

Osman Baydemîr: Keç û xortên Kurdistanê dê Ala Rengîn hildin li ser Kelha Kerkukê

.

A+A-

Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Riha Osman Baydemîr bi boneya koça dawî ya Necmedîn Kerîm daxuyaniyek belav kir û got, “Bê guman dê keç û xortên Kurdistanê Ala Rengîn hil bidin li ser Kelha Kerkukê!.”

Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bi boneya koça siyasetmedar û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm peyameke serxweşiyê belav kir û ji malbata û xelkê Kurdistanê re serxweşî xwest.

Osman Baydemîr di peyama xwe de dibêje: “Tekoşer û kedkarê Kurdîstana rengîn ber bi rehma Yezdanê Dilovan ve meşîya.”

Di berdemiya peyama xwe de Baydemîr got: “Kak Necmedîn Kerîm! Bê guman dê keç û xortê Kurdistanê Ala Rengîn hil bidin li ser Kelha Kerkukê! Wê rojê êdî tu dikarê çavê xwe bigirê. Birayo! Rêya te vekirî be! Serê malbata te û Kurdistaniyan sax be.”

Siyasetmedarê Kurd û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir. Li gor daxuyaniya nivîsîngehê wî, Necmedîn Kerîm demjimêr 11.00ê şev bi dema Amerîkayê koça dawî kir.

Nivîsingeha Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja 28ê vê mehê ragihandibû ku Kerîm tûşî celteya mejî bûye û li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Nivîsingeha Parêzgarê Berê yê Kerkûkê ragihand, Necmedîn Kerîm piştî nexweş ketinê li Amerîkayê canê xwe ji dest da û “li ser daxwaza wî termê wî dê bo Kerkûkê bê anîn.”

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bû. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paşê çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend. Kerîm sala 1972an jî bû Pêşmerge.

Necmedîn Kerîm sala 1975an Iraq bicî hişt û li Amerîkayê bicih bû û sala 2009an jî vegeriya Kerkûkê û ji sala 2011an ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin