Operasyona Kampa Holê bidawî bû: 125 DAIŞî hatin desteserkirin

Operasyona Kampa Holê bidawî bû: 125 DAIŞî hatin desteserkirin

.

A+A-

Operasyona ser Kampa Holê ku 28ê Adarê ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû destpêkirin hat bidawîkirin.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 125 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞê hatin girtin ku 15 jin in û 20 kes jî berpirsên şaneyan in û berpirsê bûyerên kuştinê yên li kampê ne.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen li Holê bi beşdariya Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik civîneke rojnamevanî li dar xist û encama Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ragihand.

Di daxuyaniyê de, hat eşkerekirin ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bûye û di hemû aliyan de ji bo vegerandina aramî û îstiqrarê ji bo şêniyên Kampa Holê ku şaneyên DAÎŞê lê çalak bûbûn, ked û hewldanên mezin hatin dayîn.

Elî El Hesen got: “Operasyona ku zêdetirî 5 hezar endamên me beşdar bûne, erka sekinandina li hemberî vê pirsgirêka navneteweyî ku hêz û derfetên me derbas dike, rakir ser milê xwe. Hêzên me di operasyonê de girîngî da aliyê mirovî û rêzgirtina li mafên mirovan, nexasim li hemberî zarokan ji beşeke mezin ji şêniyên kampê temsîl dikin. Ew zarok bi gefa rakirina fikrên terorê re ku şaneyên DAÎŞê hewl didin di nava zarok û sivîlan de belav bikin, rû bi rû ne.”

El Hesen destnîşan kir: “Me berê jî diyar kiribû; li ser esasê erka me ya exlaqî, qanûnî, mirovî û ewlehî ji bo selametiya şêniyên kampê me dest bi operasyonê kir. Ji bo mayîndekirina ewlehiyê li kampê, peydakirina mercên jiyanê yên mirovî pêwîstiyeke girîng e. Kampa Holê ji mezintirîn û xeternaktirîn kampên li cîhanê ye, tê de zêdetirî 60 hezar kesên ji 57 welatan dijîn û piraniya wan ji malbatên endamên DAÎŞê ne. Herwiha gelek endamên rêxistina DAÎŞê ya terorîst ku wekî sivîl derbasî kampê bûne, lê bi cih dibin da ku xwe li kampê ji nû ve bi rêxistin bikin û atmosfereke guncaw ji bo berdewamkirina terora xwe ku gihaşt hemû cîhanê, peyda bikin. Wan çeteyan ji destpêka îsal ve li hundirê kampê zêdetirî 47 bûyerên kuştinê pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em îro bidawîbûna qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê radigihînin ku 5 rojan dewam kir. Hêzên me û hêzên din ên wekî piştevan beşdar bûne, di hemû aliyan de bi awayekî profesyonel tevgeriyan. Piştî girtina hemû tedbîrên pêwîst, 125 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞê hatin girtin, ku ji wan 15 jin in û 20 berpirsên şaneyan û bûyerên kuştinê yên li kampê ne. Herwiha di operasyona lêgerînê de pêdiviyên leşkerî û radarên eleketronîk ku ji bo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.”

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen got: “Serketina operasyona me atmosfereke ewle û biîstiqrar li kampa Holê peyda kir. Lê bêyî piştgiriya navneteweyî wê ew yek demdirêj dewam neke. Dem hatiye ku em vê derfetê bi kar bînin û bi hev re bigihîjin çareseriyeke mayînde. Feraseta terorê û tundrawiyê hîna zindî ye û dewam dike û bi taybetî li hemberî zarokan, ku mafê zaroktiyê ji wan tê standin û xetereyê li ser tevahî cîhanê çêdike.”

Herwiha hat ragihandin ku di dawiya daxuyaniyê de hêzên ku beşdarî operasyonê bûne ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine xelatkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin