Operasyona Artêşa Tirkiyê jiyan rawestand

Operasyona Artêşa Tirkiyê jiyan rawestand

Artêşa Tirkiyê derbasî nav 15 gundên sînorê navçeya Zaxo bûye û operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê encam dide.

A+A-

Artêşa Tirkiyê derbasî nav 15 gundên sînorê navçeya Zaxo bûye û operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê encam dide.

 

Artêşa Tirkiyê beriya çend rojan qonaxa sêyem a “Operasyona Pence-3” li dijî gerîlayên PKKê ragihandibû û hatibû diyarkirin ku dê ev qonaxa sêyem a operasyonê li çiyayê Heftenînê birêve biçe.

 

Li gor agahiyan li herêmên Batûfa û Dêrkarê yên Zaxo, hêzên artêşa Tirkiyê li hinek cîhan kîlometreyekê, li hinek cîhan jî 2 kîlometreyan derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.

 

Hate zanîn ku ew gund nêzîkî sînor wekî Gundên Heftenan û Sinaht bi ser nahiya Dêrkarê ji bilî van gunda Qesrok, Merga Dişîşê Dêrşîş û Geliyê Pisaxa û çend gundên din ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor in operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e ku vala ne.

 

Berî du rojan ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeya Heftanînê li dijî PKKê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermi hişyarî dane nîştecihên şeş gundên sînorê herdu bajarokên Batîfa û Derkarê ku serdana gundên sînorî nekin.

 

Duh bi şev jî çend deverên sînorî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

 

Bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê jî li Başûrê Kurdistanê berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin