Omer Şêxmûs: Şanda Rûsya ji bo Kurdan bi acizî ji Şamê vegeriya

Omer Şêxmûs: Şanda Rûsya ji bo Kurdan bi acizî ji Şamê vegeriya

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Omer Şexmûs ragihand ku Rûsya amade ye ji bo Kurdan bibe garentor ku mafên xwe li Sûriyê bi dest bixin. Omer Şexmûs herwiha diyar kir ku Rûsya bi acizî ji Sûriyê vegeriya.

A+A-

 

Siyasetmedar Kurd Omer behsa danûstandinên aliyên Rojavayê Kurdistanê û aliyên Sûriyê û nêzîkbûna Rûsyayê ligel danûstaninan kir.

Omer Şexmûs diyar kir ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi dilgiranî ji Şamê vegerya, bi gotina ji ber ku hikûmeta Sûriyê amade nebûye tiştekê bike bo dana mafên Kurdan û naskirina Rêveberiya Xweser.

Şexmûs diyar kir ku Rûsyayê bi şandeke girîng serdana Şamê kir û xwest ku fişareke li Sûriyê bike û herwiha bandora xwe bide nîşandan û got: “Rûsya ji sê tiştan dilgiran bûye, ne tenê amade nebûye bo mafên Kurdan tişteke bike, herwiha hikûmeta Sûriyê ne amade bû ji bo serkevtina pêvajoya çareseriya li Cinêvê hinek gavan bavêje. Di heman demê de amade nebûye Komîsyona Destûra Bingehîn a Sûriyê danûstandinan ligel Kurdan bike.”

Bi gotina Şexmûs Rûsyayê niha xwe nêzîkî Kurdan dike û hinek daxwazên wan qebûl dike  û dixwaze Kurd beşdarî proseya Cinêvê bibin û mafên Kurdan were naskirin.

Siyasetmedar Kurd destnîşan kir ku niha derfeteke baş li ber Kurdên Rojavayê Kurdistanê heye ku sûdê ji herdu zilhêzên cîhanî Amerîka û Rûsyayê sûde werbigrin û eger Kurd yekîtiya xwe îêkin û ligel welatên Ewropî jî peywendiyên xwe bihêz bikin hikûmeta Sûriyê û opozisyona Sûrî neçarin hinek gavan bavêjin û wiha pê de çû: “Ji me Kurdan re îspat bike eger hikûmeta Sûriyê yan opozisyona Sûrî ne li jêr fişareke mezin be mafê me ji ber çavên me yên reş nas nakin. Wate hêz biryar dide û wan neçar dike.”

Omer Şexmûs herwiha anî ziman ku Rûsyayê amade ye bibe garentora bidestxistina mafên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin