NY: Li Idlîbê 3 milyon kes ne di ewlehîyê de ne

NY: Li Idlîbê 3 milyon kes ne di ewlehîyê de ne

Neteweyên Yekbûyî(NY) piştî miriba sê sivîlan û birîndarbûna 14 kesan daxuyanîyek weşandiye. NYyê eşkere kiriye 3 milyon kes ne di rewşeka ewle de ne.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî(NY) piştî miriba sê sivîlan û birîndarbûna 14 kesan daxuyanîyek weşandiye. NYyê eşkere kiriye 3 milyon kes ne di rewşeka ewle de ne.

Daxuyanîya NYyê, berdevkê sekreterê giştî Stephane Dujarricî xwendiye. Wî daye zanîn “êrîşa li Idlibê dê bandorê li jiyana 3 milyon kesan bike.”

Durricî xwestiye ku divê hemî alî guh bidin hevpeymanên navneteweyî. Wî bangî Tirkiye û Rûsyayê jî kiriye û gotiye divê ew li gor Hevpeymana Idlibê tev bigerin.

Li gor daxuyanîyê di sê mehan de 500 hezar kesan bi mecbûrî mala xwe bar kiriye.

Nêzîkî 4 milyonan kes li Idlibê dijîn. Ji destpêka şerê navxweyî heta niho Idlib wek qeleya muxalifan e.

Tirkiye, Rûsya û Îranê 4-5ê Gulanê piştî hevdîtin û civînan bajarê Idlibê wek “Herêma Kêmkirina Pevçûnan” îlan kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin