NY: Hejmara niştecîhên cîhanê digehije 8 milyar kesan

NY: Hejmara niştecîhên cîhanê digehije 8 milyar kesan

.

A+A-

Îdareya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Aborî û Civakî îro duşemê 11ê Tîrmeha 2022yan ragihand, heta 15ê Mijdara bê, hejmara nişteciyên cîhanê dê bigihîje 8 milyar kesan û pêşbînî dikin, ji aliyê hejmara nişteciyan ve, Hindistan dê bikeve pêşiya Çînê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara nişteciyên cîhanê dê bigihîje 8 milyar kesan û got: “Ev jî tîne bîra me ku berpirsyariyeke me ya hevbeş heye, da ku em li gerstêrka xwe miqate bin û bînin bîra xwe ku em hîn jî weke pêwîst pabend nebûne.”

Antonio Guterres destnîşan kir: “Divê em rêzê li hev bigrin û hevbeşiyên xwe yên mirovahiyê qebûl bikin, ji ber vê pêşketina di warê tendirustiyê de ku rêjeya mirina dayîk û zarokan kêm bûye.”

Li gor Îdareya Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Aborî û Civakî, hejmara nişteciyên cîhanê, li gor sala 1950, niha bi sistî zêde dibe. Hejmara nişteciyan di sala 2023yan de jî dê bigihîje 8.5 milyar kesan, di sala 2050 de dê bigihîje 9.7, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2080, ev hejmar dê bigihîje 10.4 û heta 2100 dê bi vî awayî bimîne.

Ajansa AFP diyar kiriye, Neteweyên Yekbûyî herwiha ragihandiye ku rêjeya zêdebûna nişteciyan li wan welatên ku weke pêşketî têne dîtin, kêm bûye. Herwiha hatiye pêşbînîkirin ku di çend deh salên bê de piraniya hejmara nişteciyan dê li van heşt welatan zêde bibe; Kongo, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Filîpîn û Tanzanya.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin