Nûnerên xwepêşaderan ligel parlamento û hikûmetê civîyan

Nûnerên xwepêşaderan ligel parlamento û hikûmetê civîyan

Nûnerên xwepêşaderan ligel parlamento û hikûmetê civîyan

A+A-

 

Rûdaw

 

Piştî civîna li gel nûnerên xwepêşanderan, Serokê Parlamentoya Îraqê, Mihemed Helbûsî ragihand ku mûçe ji bo malbatên kêmdahat tê veqetandin. Li gorî ku Helbûsî dibêje divê hikûmet mûçeya pile bilindan kêm bike û mûçeya xanenişîn û qutabyan zêde bike. Xwepêşanderan jî ragihandîye, ewê li ser xwastên xwe û xwepêşandanên aram berdewam bin, heta wê dema ku li ser erdê cîbicîbûna wan sozan dibînin.

 

Hejmara qurbanîyên xwepêşandanên dijî gendelî, xirabîya xizmetguzarî û bêkarîyê li Bexda û başûrê Iraqê zêde dibe, Komisyona Bilind a Mafên Mirov li Iraqê dibêje, hejmar gehiştîye 93 kuştî û 3 hezar û 978 birîndaran, ji ber xwepêşandan li Bexda û bajarên din ên Iraqê berdewam in û hêzên ewlekarîyê rûbirûyê xwepêşanderan dibin.

 

Li beramber jî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja Şemîyê qedexekirina çûn û hatinê rakir û di gotarekê de ragihand ku jib o pêkanîna reform û nehiştina gendeliyê pêdivî bi demê heye.

 

Ev gotina Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî bû ku Şemîyê ligel nûnerên xwepêşander, nûnerên sendîka û yekîtîyan civîya û bi dehan soz dan wek dana mûçe, deyn û zeviyên niştecihbûnê bo welatîyên Iraqê û tekez kir ku tişta ew dibêje serokwezîr pesend dike.

 

Mihemed Helbûsî  got: "Hinek pereyan bi awayê dem dem didin ciwan, xwendekar û bêkaran, çi xwediyê bawername be yan na, meblexê pereyan ji 250 hezar dînar bo jor destpê dike, ligel serokwezîr garantî da ku hemû daxwazên xwepêşanderan tên cîbicîh kirin, yek ji raspardeyan hilweşandin an cemidandina encûmenên niha yên parêzgehan dibe, kar bo çêkirina bi kêmanî 100 hezar yekeyên niştecihbûnê li her parêzgehekê tê kirin û beşek ji wan cihê xanîyên zêdegavî digrin, damezrandin li sektora perwerde û xwendina bilind tê kirin."

 

Gotarên serokwezîr, serokê parlamentoyê û civînên bilez ên serokatîyên Iraqê pêşan didin ku bandora xwepêşandanan hebûye ku tê gotin ji ber xwe derketine, lê xwepêşander tekez dikin ku dê li ser pêşandana nerazîbûnê berdewam bin heta hemû daxwazên wan tên cîbicîhkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin