Nûnera NY peymana 'qedexekirina leşkerên zarok' bi HSD û Rêveberiya Rojava re gotûbêj kir

Nûnera NY peymana 'qedexekirina leşkerên zarok' bi HSD û Rêveberiya Rojava re gotûbêj kir

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî, li ser Peymana qedexekirina leşkerên û bikaranîna zarokan di şer de ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê re 19ê Hezîranê hatibû îmzekirin, civînek li dar

A+A-

Hat diyarkirin ku ji bo şopandina vê peymanê Nûnera Taybet a Karûbarên Zarokan û Nakokiyên Çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Banû Virginia Gamba, bi vîdyo konferansê ligel fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mihbaş gûftûgo kir.

Di civînê de jî fermandara YPJê Newroz Ehmed û ji bûroya têkîliya ya HSDê Nesrîn Ebdulah û Rêdûr Xelîl jî amadehî kirin û li ser plana hevbeş a bi NYê re ku 19ê Hizîrana 2019an hatiye Îmzekirin û gavên ku HSDê û Rêveberiya xweser avêtine guftûgo kirin.

Nûnera NY Gamba ji ber pêşketina mezin HSDê û Rêvebiyê di warê cîbicîkirina peymanê de  û ew karên wan pîroz kir.

Di civînê de rewşa zarokên DAIŞê yên ne Sûrî yên Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîne û derfeta vegera wan bo welatên xwe jî nîqaş kirin.

Her du aliyan piştrast kir ku navendên girtinê ne cihên guncaw in ku zarok tê de bimînin, ji ber ew bûn qurbaniyên şerê çekdarî.

Mezlûm Ebdî got divê NY serdanên xwe li navendên girtinê yên ku tê de zarokên malbatên DAIŞ’î hene bike, da ku pêdiviyên wan bi cih bîne.

Di civînê de li ser rewşa jin û zarokên biyanî yên ne Sûrî li kampa Hol û Roj û hewcehiya dîtina çareseriyekê ji wan re hat rawestîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin