Nûnera MSDê helwesta Amerîkayê ya derbarê operasyona Tirkiyê de eşkere kir

Nûnera MSDê helwesta Amerîkayê ya derbarê operasyona Tirkiyê de eşkere kir

.

A+A-

Nûnera MSDê Sînem Mihemed di derbarê egera operasyoneke bejayî ya li ser Rojavayê Kurdistanê de û helwesta Amerîkayê ya li hember êrişa Tirkiyê got “ Amerîkayê ji me re got `Em rê nadin û me glopa kesk nedaye Tirkiyê ku êrişî herêmê bike. Em jî naxwazin ev êriş çêbibe û em hewldan dikin ku ew êriş bisekinin.`”

Sînem Mihemed tekez kir ku Amerîkayê bi eşkere ji wan re bi zelalî gotiye ku ew qebûl nakin ku operasyon çêbibe û ew bi wan re di têkiliyê de ne û got “Di navbera Wezareta Karên Derve û Hikûmeta Tirkiyê de karên wan her berdewam e.”

Nûnera MSDê destnîşan kir ku armanceke Tirkiyê hemû kiryaran ji xwe re dike weke hincet da ku êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û wiha axivî “Divê em vê bizanibin armanceke Tirkiyê heye bi navê ku “teror e, bi navê ku Kurd in, bi navê bûyerên ku li Stenbolê çêbûne” hemû hincet in ku êrişî herêmê bike û ew herêm hemû dagir bike. Li ser tevahiya sînor dixwaze hêzên ku bi Tirkan re kar dikin weke li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê çêbûye, heman tiştê li wê derê çêbibe. Guhertina demografîk li herêmê çêbike. Ew lêdanên destpêkê balafir in, şerê ku rû dane ev xûya dike ku dixwaze ew herêm hemû vala bike û piştî wê êriş bike. ev gelek zelal e ku Tirkiye çi dixwaze.”

Nûnera Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) li Washingtonê Sînem Mihemed beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê egera operasyona Tirkiyê ya bejayî, têkiliyên bi Amerîka, Rûsya û Sûriyê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

“Amerîkî ji me re dibeje em rê nadin Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike”

Nûnera MSD Sînem Mihemed derbarê pirsa “Hûn li ser van gefên Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyoneke bejayî bi berpirsên Amerîkî re civiyane?” bi vî rengî bersiv da:

“Ji destpêka daxuyaniya Konsûlê Amerîkayê yê li Hewlêrê ku hişyarî da welatiyên xwe ku mimkûne şêr çêbibe ve ev rastî ji wê demê dest pê kir. Têkiliyên me tim berdewam e bi rayedarên Amerîkî re hem li aliyê Wazareta Karên Derve, hem li aliyê Pentagonê hem jî li aliyê Qesra Spî. Yanî têkiliyên me li wê derê berdwam in. Hem li aliyê Kongresê ku bandora wê jî ku zextekê li ser wê rêveberiya îdara Amerîkyê bike heye. Bi rastî gotinên ku me ji wan bihîstiye, `Em rê nadin û me glopa kesk nedaye Tirkiyê ku êrişî herêmê bike. Em jî naxwazin ev êriş çêbibe û em hewldan dikin ku ew êriş bisekinin.` ev tiştên ku me ji wan bihîstine. Heya niha dixwazin herêmeke bi aram be, herêmeke ku şerekî dîsa tê de ne qewime, ew li ser wê disekinin. Herwiha jî siyaseta Amerîkayê li Sûriyê ku ji bo wê hatiye tinekirina DAIŞê û tinekirina terorê ye. Vana herdu armancên xwe di destpêka îsal de Amerîka wek stratejîk siyaset diyar kiriye li sûriyê. Yek tinekirina terorê, duyemîn jî herêmeke bi aram be, ti şer careke din tê de neqewime, ev herdu armancên hebûna Amerîkayê yên li Sûriyê ne. Lê em dibînin Tirkiye ev herdu armancan xera dike. Yek êrişê ser kampa Holê kiriye, ev dixwaze wek mesajekê dide Amerîkayê ku divê hûn ji wir derkevin. Êdî bes e ku hûn piştgiriya HSDê dikin.”

Li ser pirsa “Amerîkî eşkere ji we re dibêjin ku wan ji Tirkiyê xwestine ku êrişeke bejayî li Rojavayê Kurdistanê nekin?” Sînem Mihemed wiha got:

“Êrê rast e ji me re gotin ku `Em qebûl nakin ku ev tişt çêbibe û em bi wan re di têkiliyê de ne. Di navbera Wezareta Karên Derve û Hikûmeta Tirkiyê de karên wan her berdewam e. dibêjin `em li ser wan zext dikin em naxwazin erişeke wisa çêbibe û em hewldanên xwe dikin ku ev êriş bisekine li ser Rojavayê Kurdistanê`.”

Li ser pirsa “Li hemberî vê Amerîka ji we çi dixwazin an jî ji we çi xwestin?” Mihemed dibêje:

“Wek xwestek tiştek ji me nexwestin. Dibêjin ku em jî ji aliyê xwe de ti eriş li ser Tirkan nekin. Bi rastî HSDê ti caran êrişî ser Tirkan nekiriye. Mimkûne carna bersiv daye. Ew jî car carna bersiv didê ku parastina xelkê û herêmê bike. lê heta niha wek xwestekî wisa ku bibêjin gerek hûn wilo bikin em jî wilo bikin na tiştek wisa nîne.”

“Ji HSDê nehatiye xwestin dûrî sînorê Tirkiyê bikeve”

Li ser îdiaya ku “îro generalê hêzên Rûsî Şayko yê li Sûriyê li gel General Mezlûm Ebdî civiya, jê xwestiye ku 30 km ji sînor dûr bikevin û li şûna wan hêzên hikûmeta Sûriyê bicih bibin” Nûnera MSDê wiha bersiv da “Ez texmîn nakim ku tiştekî wisa heye. Têkiliyên me bi Rûsan re jî heye, tu caran wisa behs nekirine. Heta niha kesekî negotiye 30km derkevin dûrî sînor bikevin  û emê wek hêzên Sûriyê li wê derê bicih bikin. Tiştek wisa nîne. Lê îhtîmal e îtifaqek çêbibe. Dîsa careke din Mezlûme Ebdî bang kir got `gerek em hevgirtinek çêbikin bi hev re ku ew êriş bisekinînin.”

“Tirkiyê hincetan ji bo êrîşên xwe çêdike”

Mihemed pirsa “HSD amade ye ku rê bidin hikûmeta Sûriyê li ser sînor bicih bibe, 30 km ji sînor dûr bikeve ji bo ku Tirkiye êriş neke?” wiha bersivand:

“Em niha dikarin tiştek bibêjin berê jî tiştek wisa çêbû. Hêzên Sûriyê yên Rejîmê ketin Kobanî, Minbicê û li wê derê hene. Lê heta niha Tirkiye li wir sekiniye? Na Tirkiye li wir jî dide. Tirkiye heya niha li hêzên Sûriyê yên rejîmî jî dane û kesên ku kuştine yên rejîma Sûriyê ji yên HSDê zêdetir in. Yanî xwestekên Tirkiyê ne ew e, ew hemû hincet in. Em dibêjin eger bi rastî îtifaqek çêbibe di navbera HSD û Rejîma Sûriyê de mimkûne tiştek wisa çêbibe ji bo parastina xelkê. Lê heya niha em dibînin ev jî ji rastiyê ti caran encam nedaye. Em dibînin Tirkiye li aliyê hêzên rejîmê ji dixe. Divê em vê bizanibin armanceke Tirkiyê heye bi navê ku “teror e, bi navê ku Kurd in, bi navê bûyerên ku li Stenbolê çêbûne” hemû hincet in ku êrişî herêmê bike û ew herêm hemû dagir bike. Li ser tevahiya sînor dixwaze hêzên ku bi Tirkan re kar dikin weke li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê çêbûye, heman tiştê li wê derê çêbibe. Guhertina demografîk li herêmê çêbike. Ew lêdanên destpêkê balafir in, şerê ku rû dane ev xûya dike ku dixwaze ew herêm hemû vala bike û piştî wê êriş bike. ev gelek zelal e ku Tirkiye çi dixwaze.”

“Em ji bo diyaloga bi Rejîmê re amade ne”

Mihemed derbarê hevdîtina bi Sûriyê re de amaje bi yekê kir ku ew amade ne bi Sûriyê re diyalogê bikin lê di nav 12 salan de ew herêm hemû hatiye guhertin û rewşa Sûriyê ne weke berê ye û Sûriye vê guhertinê nabîne û dixwaze weke berê careke din were û wê herêmê bike bin destê xwe.

“Amerîka rê li ber hevdîtina me û Rejîmê negirtiye”

Derbarê pirsa ku “Rûs dibêjin em dixwazin Rêveberiya Xweser û Şam li hev werin lê Amerî nahêle Rêveberî nêzikî Şamê bibe. Amerîka dixwaze ku hûn nêzikî Şamê nebin û li gel şamê lihev neyên?”

Nûnera MSDê wiha got “Na rastiya gotinên wisa tine. Pirsgirêk çi ye? Di navbera Rûsya Amerîkayê de li Sûriyê nakokî jî heye, heman nakokî li Ukraynayê di şerê Rûsan û Ukraynayê de jî heye. Heman nakokî li vir jî çêdibe. Herkes ji aliyê xwe ve wisa dibêje, lê tiştek wisa tine. Ti caran Amerikayê negotiye neçin aliyê rejîmê, berovajiyê wê ye. Berê me ji Amerîkayê re gotiye em û rejîmê dikarin bi hev re rûnên, ti caran negotine na, gotine hûn dikarin rûnên û hûn dikarin çareseriyekê bikin, em jî ne li dijî wê ne.”

Li ser diyalogeke aşitiyane ya bi Tirkiyê re jî Mihemed got “Me ti caran negotiye em û Tirkan dijminatiya hevdu dikin. Ew dijminatiya me dikin. Bi rastî eger karibin wî şerî bisekinînin û diyalogeke rastî û cidî were girtin çima na? Tirkiye niha li Efrînê çi dike, li Serê Kaniyê çi dike, li Girê Spî çi dike? Karên ku bi gelê me dike û êrişên li ser gelê me li wê derê bi piştgiriya van hêzên tundrew ên teror bi navê hêzên Sûriyê artêşa Azad ev hemû nakokî ne. Kîngê Tirkiye ev tiştan berçav bigre û karibe ev tiştan bisekinîne, ew tiştên ku niha li Efrînê çêdibe ku ji wir derkeve wê demê em amade ne. Pirsgirêk hene, eger ev pirsgirêk neyên çareserkirin tu nikarî diyalogê bikî. Niha em amadekariyek dikin ku şerekî li ser herêma me çê bibe. Wê demê em dê çewa bi wan re bikevin diyalogê? Gerek Tirk gavek biavêjin û bibêjim temam em disekinin, wê demê em dikarin rêyekê diyalogê bibînin. Niha rewşa şer e şerekî pir giran. Amerîka yan jî Rûsya eger karibe di navnera Kurdan, Sûriye û Tirkan de kanalekî veke karibe diyalogeke bi hev re em bigihîjin çareseriyê em ne li dijî wê ne.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin