Nivîskarekî kurd koça dawî kir

Nivîskarekî kurd koça dawî kir

Lêkolînvan û nivîskarê xelkê Serdeştê Dr. Celal Hacîzade îro ji ber krîza dil koça dawî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Dr. Celal Hacîzade sala 1975ê li gundê Bêtûş a ser bi bajarê Serdeştê ji dayîkbûye û xwedî bawernameya doktoraya sîyasî bû û di warên felsefeya sîyasî, zimannasî ya bi zimanên kurdî û farisî de bi dehan mijaran de lêkolînên wî hene.

Lêkolînvan û nivîskarê kurd bi taybet di salên borî de derbarê dîrok û bingehê zimanê kurdî û hizra sîyasî ya kurd de jî gelek lêkolînên cuda nivîsandin.

Ji ber ramanên sîyasî û rexne li hikûmeta Îranê kirin, ji alîyê sazîyên ewlehîya Îranê ve rêgirî li nivîskarê kurd dihate kirin û li dibistan û xwandingehên fermî de rê jê re nedihate dayîn.


Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin