Nînjayên kurd li ser kar in

Nînjayên kurd li ser kar in

.

A+A-

Li Başûr komek kurd ku navê "Tîma Nînja a Soran" li xwe kirine hînê nînjatiyê dibin.

Komek kurdan dest bi nînjatî kirine. Koma ku navê "Tîma Nînja a Soran" li xwe kirine niha 50 endamên wan hene. Ajansa Reutersê ligel wan hevdîtin çêkiriye û nûçe weşandiye.

Mamosteyê Koma Nînja ê bi navê Şerzad Muslih Elî dibêje sê meh berê wan ev kom damezirandiye û li çiyê antremanê dikin. Elî dibêje, "Li nav çar dîwaran mirov nikare hîn bibe, lê li xwezayê hewa xweş e, divê nînja hînê hem sermayê hem germê bibe û bi vî awayî bijî."

Nînja ji çanda Japonyayê tê. Di serdemên berê de nînja leşkerên bi pere, yan jî ajanbûn. Wan di casûsî, sabotaj, sûîkast û rewşên wisa de kar dikirin. Li ser nînjayan gelek fîlm hatine kişandin. Her wiha ji rewşa xwe ya berê wêdetir êdî bûye wekî cureyeke sporê jî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin