Nevîyê Simkoyê Şikak Ebdullah Simitko koça dawî kir

Nevîyê Simkoyê Şikak Ebdullah Simitko koça dawî kir

Nevîyê Rêberê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikak ê bi navê Ebdullah Simitko li bajarê Stenbolê jîyana xwe ji dest daye

A+A-

Ebdullah Simitkoyê 71 salî kurê Tahîr Xan, li bajarê Stenbolê ji ber celta dil canê xwe ji dest da.

Piştî ku Simkoyê Şikak di sala 1930an de ji alîyê Îranê ve hat şehîdkirin, malbata Tahîr Xan bi hin malbatên din koçî Stenbolê dikin

Ebdullah Simitko 5ê Hezîrana 1949ê li bajarê Urmîyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1977an de beşa parêzerîyê li Zanîngeha Stenbolê xilas kirîye.

Simitko herwiha li Zanîngeha Paris Sorbonneyê doktoraya xwe kirîye.

Hat zanîn cenazeyê Ebdullah Simitko li gundê Conî yê ser bi bajarê Urmîyê ve were veşartin.

Hêjayê gotinê ye birayê Ebdullah Simitko yê bi navê Asgar Simko jî sala 1995ê li Stenbolê ji alîyê hêzên nedîyar ên dewleta Tirkîyê ve hatibû revandin û piştre hatibû kuştin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin