Neteweyên Yekbûyî Banga Berevanîya Sîvîlên Îdlibê Dike

Neteweyên Yekbûyî Banga Berevanîya Sîvîlên Îdlibê Dike

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bûyerên tundûtûjîyê yên li Îdlibê şermezar kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wê komîserîyê bang li alîyên şer dikin kir ku bala xwe bidin ser berevanîya sîvîlan.

Berdevka Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Marta Hurtado dîyar dikir di 5 rojên pêşî yên meha Sibatê de bi kêmî ve 49 sîvîl hatine kuştin.

Marta Hurtado da zanîn ku ji sîvîlên hatine kuştin 14 jin in û 17 zarok in.

Wê got ku meha borî jî 186 sîvîl hatine kuştin û bal kişand ku kuştina sîvîlan herî zêde li herêmên dijî rejîma Esad serî hildane çêdibe.

Daneyên sazîyên navneteweyî raber dikin ku di du mehên dawî de 500,000 sîvîl ji warên xwe derketine.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin