Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Neşter

A+A-

Iro (17.10.2017) Wezareta Pêşmergan Ya Kurdistan daxuyanîyek ragîhand. Di daxuyanî de tekez dikin ku:

Li gor rêkeftina operasyona azadkirina Mûsilê, ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi çavdêriya Hêzên Hevpeymanan hat îmzekirin, biryar bû hêlên temasê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi wê awayî dimîne, ku roja berî destpêkirina operasyon azadkirina Mûsilê di 17.10.2016an bicih bûye."

Bi vê daxuyanîyê re agahdarî dide ku wê; „Niha her du alî pabendî wê rêkeftinê dibin û di van rojan de hêlên temasê li gor wê rêkeftinê tê rêkxistin."

Ji bona birêkbirina pirsgirêkên deverên li gor madeya 140 ev dever berî êrîşên DAİŞ li hêvîya referandûmê bûn. Mixabin İraq pêşî li pêkhatina referandûma van deveran girt û çênekir. Bi hatina DAÎŞ re jî artêşa İraq bi çekên xwe re, bê ku şer bike ev dever yek bi yek teslîmî DAÎŞ kirin. Tahamûla teslîmkirina van deveran ji bo DAÎŞ di siyaseta İraq de rewa bû, lê rizgarkirina wan hirêman û dahîlkirina nav xaka Kurdistan, bi destê Hêzên Kurdistan nerewa têt dîtin(!)

Bi serkevtinên şerê li henber DAÎŞ re ev dever ketin destê Hêzên Kurdistan. Bi hezaran şehîd, birîndar û xwebexşer li ser van deveran ku Kerkuk jî dinav de, xwîn rijandin. Îro ev dever ketine astek giftûgoyan!

Kerkuk û hinek deverên derdorê Kerkuk ku bi destê hinek berpirsên YNK teslîmî İraq bûn, di giftûgoyên bi İraq re wê serêşandinek mezin ji siyaseta netewî a Kurdistan re pêkbîne. Destê di qada şerde serkevtî, li ser maseya giftûgoyan ket metirsîyê.

  

16.10.2017 di dîroka Kurdistan a netewî de wê wek girêkek quzilqurtê her bimîne. Bi dehhezaran kurdperwer, ref bi ref bi rêketibûn ji bona sengerên parastina xaka Kurdistan û ev di qirika wan de zûha, bêxwezî ma! Bi hezaran li kolanên Kerkuk çekên wan didestê wan de bêçare man. Ev derb wê zû bi zû neyê jibîr kirin.

Ya ku serokatîya Kurdistan anî vê asta bipaşde gavavêtine çîye?

 

 1-Dinav peymana dinavbera YNK û PDK de şikenandinek pêkhat. Hinek hêzên bi ser YNK de di sengerên şer de xencer li pişta netewa Kurd û Kurdistan xist û riya birakujîyê derxist ber serokatîya Kurdistan ku, bi şerekî navxweyî Kurdistan têk bibe. Aqlê siyaseta netewî pêşî li van karesatan girt û bipaş de vekişîya. Helbet di demek wilo dîrokî de derketina şerekî navxweyî, wê zerarek hîn mezintir bida berjewendîyên Kurdistan.

2-USA bi naveroka wê nameya ku berî referandûmê bi du rojan ji birêz Barzanî re şandibû, tevgerîya û xwest ku hêza netewî a Kurdistan bipaş de gav bavêje. Li henber êrîş û lîstikên İran bi qasî ku li dij berjewendîyên USA bûn jî, bêdeng ma!

Sebeba vê bêdengîya USA di asta „parastina Îktîdara Ebadî„ deye. Ji ber ku li ser axa İraq ji xeynî grûba Ebadî, bi USA re têkildar hêz nemaye û yek hêvîya siyaseta USA bi vî tayê xavok ve bi İraq girêdayî maye. USA hîn qebûl nekirîye ku İraq bûye bingeha siyaseta İran a Şîîst û ti şensê wan di parastina İraq de nemaye.

Nabe û nayê qebûlkirin ku USA berjewendîyên Kurd û Kurdistan, bidestxistinên Kurdistan bike qurban ji berjewendîyên xwe re. Ji îktîdara Ebadî re.

Ew karesatên ku di nav hêzên YNK de derketin holê, derbek mezin li pişta siyaseta Kurdistan a netewî xist. Destê siyaseta netewî, danûstendinên şensê giftûgoyan zeîf kir.

Îro dîsa em bipaşde vegerandin mercên berî DAİŞ!

Rêvebir û stratejîstên siyaseta netewî mecbûrin li xwe vegerin û bi stratejîyek nû derkevin qada siyasetê. Van kirin û karesatên nav siyaseta mala Kurdistan bi bingehîn çareser bikin. Şerê dinavbera Tevgera Goran, YNK û PDK de çareser bikin. Bi çi mercî û bi çi metodan dibe bila bibe; heta ku ev rewşa piştjikestî neyê çareserkirin, Kurd bila avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî jibîr bikin.

Em her xencerê li YNK û Tevgera Goran û Komela İslamî dixin. Helbet pir sebeb jî hene ku ev hersê tevgerên siyasî jî bi mewcûdîyeta xwe astengin li pêşîya siyaseta netewî. Lê dive PDK jî ji wan kastên hewlgiran, teng û tahban bipaş de gavê bavêje. Ji helwest û payebilindîya helwesta birêz serok Barzanî re nebe asteng.

Divê PDK di siyaset û têkilêyên xwe de hewldar be. Bi têkilîyên xwe yên bi girsê re wê quretîya li ser keda netewa Kurd û Kurdistan neke pergalên xurtbûn xwe.

Qadroyên xwe û wê helwesta wan di berçavan re derbas bike û nû bike.Rê bide siyasetek ciwan û çalak. Rê li hewlên girseyî negire. Bi kadro û nûkirina siyaseta xwe, bi nûkirina xwîna  ciwan eleqeder be. Di nav PDK de serî ne ligor gewde ye. Ev jî sebebên siyasetek tembel û neserkevtî derdixe ber me.

PDK hêza serete ya Kurdistan e. Qedera pêşeroja serkevtinên Kurdistan bi helwest û siyaseta vê hêzê ve girêdayî ye. Divê li gor vê giranîya xwe xwedî tevgerek nûker û pratîker be jî.

17.10.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin