Neşet Zaza: Heta niha ti kes li ser êrîşan nehatiye sizakirin

Neşet Zaza: Heta niha ti kes li ser êrîşan nehatiye sizakirin

.

A+A-

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva serê salê grûpên çekdar yên ser bi PYDê ve li Dirbêsiyê êrîşî ofîsa PDKSê kir û derî û pencereyên wê şikandin. Endamê Polîtburoya PDKSê Neşet Zaza got “Heta niha ti kes li ser êrîşan nehatiye sizakirin.”

ENKSê tekez kir ku ji bilî wê êrîşê hîn endam û alîgirên wê tên girtin û malbatên Pêşmergeyên Roj tên tehdîdkirin û zarok ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve tên revandin û dibêje, ew grûp bûye sebeba girtina deriyê Sêmalka.

ENKSê herweha ji Amerîka, Rêxistinên mirovî xwest ku bi berpirsyaretiya xwe rabin û binpêkirinan rawestînin.

Endamê Polîtburoya PDKSê Neşet Zaza beşdarî bultena Rûdawê taybet bo Rova bû û di derbarê mijarê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Endamê Polîtburoya PDKSê Neşet Zaza di derbarê êrişa li ser ofîsa PDKSê de got “Ev ne êrişa yekemine ki ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve tê kirin. Gelek serpêhatiyê cor bi cor hene ku yek ji wan serpêhatiya ku we bi xwe jî dît ya li ser Rûdawê bû. Beriya wê jî serpêhatiyên Roja Ala Kurdî û gelek yên din. Di destê me de vîdeo hene û me wan vîdeoyan radestî van biraderan kir û me got ev in yên ku van bûyeran dikin, lê mixabin heta niha me nedît kes hatiye sizakiri. Ev kiryaryarên niha xizmeta nehesên gelê Kurd dikin. Ev yek nakeve xizmeta yekrêzî û nêzikiya Mala Kurdan. Bi van kiryaran rûyên xwe pê reş dikin.”

Di derbarê mijarê de li ser peywendiyên bi Mezlûm Kobanî re jî Neşet Zaza dibêje “Her kiryarek pêk tê, peywendiyên me bi Kak Mezlûm, aliyên garantor û aliyê danûstendinan re çê dibin. Lê heta niha tu rêgirî li pêşiya van kesan çênebûye. Kak Mezlûm jî nikaribû rê li van bigre. Wexta ku em gazinan ji Kak Mezlûm û hevalbendên wî dikin, em dibêjin we xwe xistiye garantor, eger hat û ev rêkeftin herin serî û ew tefehumatên cor bi cor bûn, ewên xwe garantor didîtin ku van rêkeftinan cîbicî bikin. Lê em dibînin rojane soz têne dayîn, piştî wê kiryarekî din tê kirin. ew tê xuyakirin n kak Mezlûm dikare rêgir be li pêşiya wan û ne Amerîkî jî rola ku ji wan tê xwestin li pêşiya van bibin rêgir. Eger ev li pêşiya me bin di pêşerojê de, mirov nikare tu danûstendin û rekêftinan bikî. Te saziyek çêkiriye, tu bi xwe nikarî rê lê bigrî. Ew bi xwe dibêjin Ciwanên Şoreşger ne bi ser me ve ne. Lê bi ser kê ve ne? Ji bo çi nikarin ji wan re bibin rêgir.”

Herwiha Zaza tekez kir dîmen di destê wan de hene û wiha berdewam kir “Berî 4 mehan dîmenên kamerayê yên ciwanên şoreşger hebûn û me wan bi nav jî kir kê derê ne. Me dîmenan teslîmî wan kir. Hevalê Kek Mezlûm hat malê cem min, dîmenên kamerayê ji kameraya min kişandin, me got ev in yên ku êrişî ser ofîsa me ya Tirbespiyê kirin. roja din yê ku me navê wî da, di kolanên Tibespiyê de weke ku teştek nebûbe bi rê ve diçû. Diyar e ev tişt plankirî ye an jî çavgirtinek heye.”

Li aliyê din di derbarê mijara vekirina deriyê Semalka-Pêşxabûrl de jî Neşet Zaza wiha axivî “Ji bo ku derî bên vekirin me gelek hewldanan çêkir. Partiyên ku nêzikê PYDê ku navê PYNKê li xwe dikin dikaribûn daxuyaniyek bidana û kiryarên ku çêbûbûn şermezar bikin. Lê mixabin heta îro jî tu daxuyanî ji wan partiyan derneket. Kiryarên ku bûn sedema girtina deriyê Sêmalka wek kiryarên ku niha dibin. Ji ber wê yekê em dibêjin ev derî deriyê sereke ye ku kelûpel tên Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê jî divê ev derî nekeve bazara siyasî. Ev derî bi biryara Serok Barzanî hatibû vekiri ji bo alikariya Rojavayê Kurdistanê. Lê her cara ku ev kiryarên wiha li dijî aliyê din bê û bibe sedema girtina derî, ev qet nakeve xizmetê. Em 800 kîlometre li ser sînorê Tirkiyê ne û Tirkiye dewleteke dagirker e û dijmin e, çima êrişî deriyê Nisêbînê nakin. Pirsa we li wê derê ye. ev êriş nakeve xizmeta gelê me.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin