Nerazîbûnên li ser mirina Garibe Gezer berdewam in

Nerazîbûnên li ser mirina Garibe Gezer berdewam in

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî kuştina Gribe Gezer berdewam in. Garibe Gezer ew jina Kurd ay ji navçeya Kerboran a parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê şeva 9ê Kanûna 2021ê li girtîgeha tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê canê xwe ji dest da.  Garibe herî dawî di 10ê  Mijdara 2021ê de  peywendî bi parêzerên xwe kiribû, lê rêveberiya girtîgeha Kocaelî doh 9ê  Kanûna 2021ê peywendî bi malbata wê kir û ji wan  re got ku keça we xwe kuştiye.

Li gor zanyariyan Gezer yek ji wan girtiyan bû ku ji aliyê xebatkarên girtîgihê ve rastî îşkence û tevgera xirab dihat. Hevserokê Komaleya Mafê  Mirov a Tirkiyê Ozturk Turkdogan li ser binpkariyên mafê mirov ên li Tirkiyê beşdarî bulteneke Rûdawê bû û tekez kir ku Garibe Gezer berî niha ji ber îşkenceyê gilî tomar kiriye.

Hevserokê Komaleya Mafê Mirov Ozturk Turkdogan got "Li girtîgehan gelek girtiyên siyasî hene, parlamenterên kurd, hevserokên şarederiyan ên kurd, li Tirkiyê gelek rojnamevan, rewşenbîr, nivîkar, parêzer û çalakvanên mafê mirov di girtîgehan de ne û ji girtîgehan jî gelek gilî tên. Mixabin her îro hat ragihandin jineke  çalakvan a bi navê Garibe Gezer xwe kuştiye, lê wê kesê berî niha gillî tomar kiribû ku îşkence li dijî wê hatiye kirin, û îro wergirtina nûçeyeke wiha em xemgîn kirin."

Mirina  wê jina Kurd gelek nerazîbûn li pey xwe anîn û roja Pêncçemmê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Parlamentoya Tirikiyê  bi wêneyên Garibe Gezer dest bi çalakiyekê kirin.

Yek ji parlamenterên HDPê  behsa îşkence û tevgera xirab a li dijî wê jina Kurd dike.

Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum dibêje "Garibe Gezer, doh canê xwe ji dest da, Garibe di girtîgeha Kandirayê de rastî, êrîşa regezî û fîzîkî hat. Di odeya bi sunger de de bi emjimêran tazî û birîndar hat rawestandin. Rastî êrîşa sîstematîk a gardiyanan û cihêkariya pizîşkan hat. Ji aliyê girtîgehê ve rê bo nehat dayîn ku tiştên bi serê wê hatine ji kesê re bibêje. Berî ku Garîbe canê xwe ji dets bide, me tundûtîjiya regezî û fîzîkî pirs kir, me got tedbîran werbigirin. Lê we nekir."

Gezer berî niha nameyek ji parlamenterê Partiya Demokratîka  Gelan Omer Faruk Gergerlioglu jî şandibû. Gergerlioglu  ew name di parlamentoya Tirkiyê de pêşan da û beşek ji wê xwend.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir "Ez dê nameya miriyekê, nameya jineke mezlum ji we re bixwînin. Binêrin mohra girtîgehê li ser wê ye. Di nameya xwe de gelek binpêkarî eşkerekirine. Ez dê hevoka wê dawî ji we re bixwînim. Xwezî min hemû bixwenda. Dibêje ev rojên ku dadgehên  darazeke serbixwe  û bê alî nemaye de, ez hewl didim dengê xwe bigehînim we parlamenterên brêz ku nûneratiya deng û îradeya me dikin. Dibêje dengê min bibîhîzin Omer beg."

Garibe Gezer yekem car di Adara  2016ê de li bajarê  Kutahya yê Tirkiyê hatibû destserkirin. Piştre ji bo wê  proseya girtîgehê destpêkir û çendîn caran bo girtîgehên cuda ên li bajarên  Tirkiyê hat veguhastin, Roja Înê 10ê Kanûna  2021ê termê wê li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi xakê hat spartin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin