Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nêçîrvan Barzanî çi dike?

A+A-

Dema di welatekî de her tiştek tevlî hev bibe, rastî cihê xwe ji nerastiyê re berdabe, reş weke sipî bê dîtin. Miletekî rewşa wî ya nevsî xerab bûbe zehmet di civatên wiha de rastî bê qebûlkirin ango bê pejirandin.

Ji ber vê yekê ye ku ew civata ku  çavên wan hatibe korkirin, guhên wan hatibe kerrkirin, zimanê wan hatibe jêkirin tê çawa rastiyê ragihîne xelkê? Zehmet e.

Îro rewşa me ya Bakurê Kurdistanê wiha ye ango wiha kirine. Kê kirine? Dagirkeran û hevalbendên wan. Çima? Ji bona şûna rastiyê nerastî bigire. Ji bona ronahî bibe tarî, ji bona roj bibe şev...

Di vê rewşê de gelek ji  kurdên Bakurê Kurdistanê xesandinin, xistine nava çerçoveyeke teng û kesên hema lingê xwe ji dervêyî wê çarçoveyê bavêjin, têne girtin, cezayê zîndanê û peran dibînin. Helbet ev jî ne hêsan e, ji bona wêrekê rastiyê dibêjin...

Bi vê tirs û xofê, bi vê bêdadî û êşkenceyan, bi darê zorê kurd ji kurdaniyê xistin û niha jî ew kesên bi darê zorê û hukmê lêdanê ji kurdiyatiyê dûr ketin in, êdî ew kesan zarokên xwe bi dilxweşî û dilsozî ji hêjayiyên kurdewarî dûr ji zimanê wan dûr mezin dikin û ev jî dibe sedema têkçûna civata kurd û hîsên neteweyî....

Min çima weha destpê kir?

Ji bona mere di meseleyekê de, di mijarekê de bibe xwedî zanyarî, divê mirov berê ew tiştên bûne sedemê xulandinê fêr bibe. Lewma min jî wiha kir û niha vegerim mijara xwe.

Birêz Nêçîrvan Barzanî çi dike?

Divê berê her kurdek vê ji xwe bipirse û bibîne ku bê Birêz çi dike. Tiştê dike ev e. Ew jî weke bapîrê xwe, weke bav û mamê xwe, weke hemû Barzaniyan li ser xeta kalê xwe serokê neteweyî Barzaniyê Nemir kar û xebata ji bona azadiya kurdan dike. Çiye ew kar?

Ji bona em karê Birêz dike fêr bibin pêwîst e her kurd berê dîroka Barzaniyan baş fêr bibin û bibînin ku wan heta roja îro ji bona azadiya Kurdistanê û ragihandina dewleteke kurdî çawa kar, xizmet kirine û bedel dane.

Karê îro Birêz Nêçîrvan dike jî yek ji wan e. Ango berdewamiya karê ji bona ragihandina dewleteke kurdî ye. Ji bona dewleteke kurdî bê ragihandin jî berê çareserkirina problemên nava xwe û dûre jî meşandina karê dîplomasiya navneteweyî ye.

Hemû kurd bûne şahîdên vê yekê ku ji roja Birêz Nêçîrvan Barzanî bûye Serokwezîrê Kurdistanê û heta niha karê wî yê asasî bûye dîplomasiya navneteweyî. Çi dema te ew dîplomasî meşand, li gor erk û berpirsiyariya navneteweyî tê bixwaze û hewl bide bi herkesan re ango bi hemû dewletan re bikeve nava têkiliyan.

Di nava wan têkiliyan û dîplomasiyê de jî tu çawa dewletan dibînî û çawa tu dixwazî ew bi alîkariya te ve rabin, her wiha tu mecbûr î bi dewletên cîranên xwe re jî û berî herkesan bi wan re bikevî nava dîplomasiyê. Ji ber ku ev erk û wazîfeya dewletbûnê ye. Lewra jî heta tu bi cîranên xwe re, her çiqasî dagirkerên me jî bin, li hev nekî, wan li ser asasê ragihandina dewleteke kurdî agahdar nekî zehmet e ku tu bikaribî wê dewleta daxwaza hemî kurdan ragihînî.

Lê çi mixabin hin kurdên ji xwe re dibêjin em siyasî ne, em xwediyê Kurdistanê ne, wê Kurdistan bi destê me azad bibe, vê yekê dizanin lê naxwazin xelkê jî vê fêr bibin, vê dibînin lê naxwazin kesên din vê bibînin.

Ji ber vê helwesta wan a ku îro weke her caran bi êrîşkariyeke mezin û bêbingeh êrîşî Serokwezîrê Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî dikin û dibêjin çima tê Tirkiyê?

Lê xwe nabîne ku ew sonda ji bona Tirkiye perçe nebe, dixwine, xwe nabînin ku bê çawa ji bona bi serketin û pêşveketina Tirkîyeyê di nava kar û xebatê de ne.

Dizanin lê naxwazin bizanibin ku ev bû çend car in bi hejmerake mezin dikevin parlementoya tirkan. Lê heta niha jî ji bona kurdan nebûne xwediyê xwe û tu pêşniyareke ji bona kurdan, ji bona zimanê wan, ji bona rehetî û aramiya wan.

Bi ser de jî ew û gelekên weke wan bêyî ku meselê fêm bikin, bêyî ku bizanibin karê dîplomasiyê çawa tê meşandin, karê wan tenê bûye rexnekirina Birêz Nêçîrvan Barzanî. Her weha ji bîr dikin ku îro bêyî dîplomasiya navneteweyî tu kes nikarin dewleta xwe ya serbixwe ragihînin. Ev ewqasî zelal e.

Di eslê xwe de ew bi vê yekê dibin êrîşkarên hemî kar û xebatên Kurdistanî, ew dibin êrîşkarên hemî hêjayî, kes û kesayetiyên ji bona welatê xwe kar dikin.

Ji ber ew partî, rêxistin an şexsan jî baş dizanin ku bi karê dîplomasiya Birêz Nêçîrvan Barzanî kurdên bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Heta niha ji bona kurd negihîjin vê armancê gelek xaîn, xwefiroş, welatfiroşan li hember xeta neteweyî ya bi destên Barzaniyan tê meşandin derketin û nexwestin ew xet bi ser bikeve.

Ew xeta neteweyî û li gor rêbaza Barzaniyên Nemir ya bi destên Barzaniyan tê meşandin wê demek ne dûr di nêzîk de kurdan bikin xwedî dewleta xwe. Aha hemû xebatên Birêz Nêçîrvan Barzanî û meşandina karê wî yê dîplomasiya bi cîran û dewletên din re ji bona damezrandina dewleteke kurdî ye.

Di eslê xwe de ew êrîşên di şexsiyeta Birêz Nêçîrvan Barzanî de têne ser wê rêbaz û xeta neteweyî ya bi destê Barzaniyan tê meşandinê.

Divê ev bi zelalî bê zanîn ku Barzanî ne ji hev cûda ne, hemî li ser xeta rêbaza Barzanî her yek bi karekî ve mijûl in. Karê Birêz Nêçîrvan Barzanî jî weke Serokwezîrê Kurdistanê dîplomasiya bi cîran û dewletên cîhanê re ye.

Çi dema ev wiha hate zanîn wê demê dê mebesta wan êrîş û êrîşkaran jî bê zanîn ku çima ew her êrîşî Birêz Nêçrvan Barzanî dikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar