Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima destbikarbûna Erdogan bû

Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima destbikarbûna Erdogan bû

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma destbikarbûna Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê, bû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî nîvro li Enqerê ligel gelek serokên welat û hikûmetan beşdarî merasima sondxwarina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî merasîmê, Nêçîrvan Barzanî û mêvanên pilebilind li Koşka Serokatiyê ya li Enqerê beşdarî xwarinekê bûn.

Piştî serketina wî di gera duyem a hilbijartina Serokkomariyê de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li parlementoya vî welatî sonda yasayî xwar.

Nêçîrvan Barzanî ligel hejmareke serok, serkirde û berpirsên bilind yên welatên biyanî dê beşdarî merasîma destbikarbûna Recep Tayîp Erdogan bûn.

Recep Tayîp Erdogan roja 28ê Gulana 2023an bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê, bo cara sêyemîn bû Serokomarê Tirkiyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin