"Ne rojekî, divê; her dem û roj, roja mafê zarokan be"

"Ne rojekî, divê; her dem û roj, roja mafê zarokan be"

.

A+A-

Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser girîngiya Peymana Stenbolê û xwestiye ku Peyman careke din were qebûlkirin.

20ê Çiriya Paşiyê, 32yem salvegera qebûlkirina Peymana derbarê Mafên Zarokan de ye. Ev peyman ji bo rêzê li mafên zarokan bigirin, biparêzin û pêş bixin, gelekî girîng e.

Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo vê rojê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Komîsyonê di daxuyaniyê de bibîr xistiye ku zarok xwediyê mafan in û welatiyên wekhev in, berpirsiyariyên mezinan hene û bar li ser milê dewletan e. Komîsyona ÎHDyê behsa girîngiya Peymana Mafên Zarokan kiriye û wiha gotiye: “Ligel vî tiştî em dixwazin bi taybetî û bi israr balê bikişînin ser wî tişti ku, mafên mirovan ên zarokan nabe tenê di rojekê de û bi peyvan li ser were axavtin. Ew hizr, helwest û tevger e ku divê her rojê û beriya her tiştî behsa wê bê kirin.”

Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser van mijaran:

“Peymana Stenbolê (Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîlêgirtina Tundkariya li Nava Malan û Tundkariya li Jinan û Têkoşîna li Dijî Van Tiştan de) ne tenê ji bo jinên tundkarî li wan dibe, ji bo zarokan û ciwanan jî gelekî girîng e. Îsal bi biryarekê ev Peyman hate betalkirin. Bi betalkirina vê Peymanê re ew daxwaz bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku berjewendiyên berfireh ên zarokî di ber çavan re nagirin.

“Divê em bibîr bixin, bi betalkirina Peymana Stenbolê re, wê xebatên ji bo pêşî li newekheviya zayendî bigirin neyên kirin, îstîsmar û tundkariya li zarok û jinan dibin, neyên cezakirin. Her weha rê li ber wan tiştan vebûye ku zarokên keç wê bi rêya zewacê werin îstîsmarkirin, piştî îstîsmar û tundkariya li wan hatiye kirin wê piştgiriya wan neyê kirin û sûc û gotinên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+yan dibin, werin teşwîqkirin.”

Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHDyê her weha bang li Dewleta Tirkiyeyê kiriye ku bila berpirsiyariyên xwe yên ji ber Peymana Derbarê Mafên Zaroka a  Neteweyên Yekgirtî dikeve ser milê wê, bicih bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin